Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed li Duhokê bi Mesûd Barzanî re civiyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyea Demokratîk (QSD), Mezlûm Ebdî, û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Îlham Ehmed, bi Mesûd Barzanî re civiyan.

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed li Duhokê bi Mesûd Barzanî re civiyan
19 mijdar, 2025   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Mesûd Barzanî, li bajarê Duhokê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê QSD`ê, Mezlûm Ebdî, û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Îlham Ehmed kir.

Di civînê de, ku Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), Mihemed Îsmaîl, û siyasetmedarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr jî beşdar bûn, beşdaran li ser tevlîbûna xwe di Foruma Rojhilata Navîn a li ser Ewlehî û Aştiyê de, ku du rojan li Zanîngeha Amerîkî li Duhokê, li Başûrê Kurdistanê, hate lidarxistin, gotûbêj kirin.

(k)