‘Aqilmendiya Abdullah Ocalan’ û pêngava gerîlayan a dîrokî manşetên rojnameyan in

Şîrovekaran diyar kir ku bersivdana gerîlayên PKKˊê ji banga Rêber Abdullah Ocalan re temsîla veguherîneke girîng di Rojhilata Navîn de dike, ji ber ku ev "gava dîrokî" zanîna Rêber Abdullah Ocalan nîşan dide, li pêş aştiya mayînde asoyan vedike û ji bo qonaxeke nû ya xebata siyasî û diyalogê ji dêvla têkoşîna çekdarî, zemînekê ava dike.

‘Aqilmendiya Abdullah Ocalan’ û pêngava gerîlayan a dîrokî manşetên rojnameyan in
12 tîrmeh, 2025   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêngava ku gerîlayan li ser banga Rêber Abdullah Ocalan avêtiye, cihekî fireh di rojnameyên erebî yên îro de girt û ev pêngav wek "dîrokî" hat wesifandin. Rojnameyan destnîşan kir ku aqilmendiya Rêber Abdullah Ocalan, piştî salên şer di hundirê Tirkiyeyê û derveyî wê de, di vê guhertinê de krîtîk bû. Rojnameyan diyar kir ku ev biryar rê li ber aştiya mayînde ya li herêmê vedike. 

Der barê mijarê de rojnameya El Ereb destnîşan kir: "Pêngava partiyê bersivdana aşkera ya bangên rêberê wê Abdullah Ocalan bû. Ji ber ku ew ji salan ve banga şersekinandinê û vekirina asoyên nû yên diyalogê dike".

Rojnameyê diyar kir: "Ocalan, tevî ku zêdetirî 25 salan hatiye girtin, xwedî hebûneke siyasî ya xurt û dengekî bıbandor e û gotinên wî yên dawîn mîna kilîtekê ne ku şerê bi salan bi dawî kiriye.”

Rojnameyê di dewama nivîsa xwe de aşkera kir: "Ocalan, dema ragihandiye ku berdewama têkoşîna çekdarê êdî bi kêr nayê û li gel guhertinên hevkêşeyên siyasî li hundirê Tirkiyeyê bû rêyeke girtî, aqilmend bû."

Li gorî rojnameyê, guhertinên siyasî yên dawîn hawîrdoreke nû ava kir ku ji nû ve PKK li rêbazên xwe vegere, nemaze êdî Kurd di Parlamentoya Tirkiyeyê de temsîliyeta siyasî ya aşkera dikin.

Girêdayî mijarê rojnameya El Quds El Erebî diyar kir ku 30 gerîlayên Kurd di merasîmeke sembolîk de çekên xwe şewitandin û ev dîmen temsîla pêngavên yekemîn ên pratîk ber bi rêya aştiyê ve ne.

Rojnameyê wêneyên gerîlayan dema çek û rextên xwe datînin, cihê şewitandinê û dîmenên kesayetên siyasî, berpirsên hikumetên Iraqê û Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, rêxistinên siyasî ji Bakurê Kurdistanê û rojavayê wê, her wiha nûnerên civaka sivîl ên li seranserî cîhanê yên di merasîmê de amade bûne, parve kirin.

Rojnameyê ev bûyer wekî "guherîna di aloziya Rojhilata Navîn de" bi nav kir. Rojnameyê diyar kir ku PKKˊê di dirêjahiya salên şer ên ji 1980ˊyî ve zêdetirî 40 hezar gerîla winda kirine û dibe ku îro partî li pêşberî qonaxeke xebata siyasî ya aştiyane be.

Di sernavên rojnameyan de banga Rêber Abdullah Ocalan ne wek gerîlayekî, lê wek dengê hişmendî û aqilmendiyê derbas dibe, bidawîbûna qonaxekê ragihand û destpêkirina qonaxeke din ku nexşeya siyasî li 4 parçeyên Kurdistanê û tevahî herêmê biguhere, ragihand.

(fr)