2 roj derbas bûn lê encamên lêkolîna têkildarî komkujiyên li peravê nehatine aşkerakirin

2 roj e xebatên Komîteya Lêkolîna Rastiyan a der barê komkujiyên li peravên Sûriyeyê bi dawî bûne lê encamên lêkolînê nehatine aşkerakirin. Ev yek bû sedema nerazîbûnan û hat xwestin ku encamên lêkolînê werin aşkerakirin.

2 roj derbas bûn lê encamên lêkolîna têkildarî komkujiyên li peravê nehatine aşkerakirin
12 tîrmeh, 2025   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Berî 2 rojan dema xebatên Komîteya Lêkolîna Rastiyan a têkildarî komkujiyên li peravên Sûriyeyê bi dawî bû, lê heta niha encamên lêkolînê nehatine aşkerakirin. Ev yek bû sedema hêrs û nerazîbûna malbatên qurbaniyan û derdorên hiqûqî, di serî de jî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî.

Ji bo komîteya ku piştî komkujiyên Adarê bi biryara Ehmed El Şarî hatibû damezirandin, demek ku nayê dirêjkirin hatibû dayîn da ku rapora xwe ya dawîn pêşkêş bike. Her wiha El Şarî jî soz da ku "ji sûcdaran bi dadperwerî û hesab bipirse." Lê derengketina encaman bûye sedem ku rêxistinên mafên mirovan têkildarî cidiyeta rayedaran di darizandina berpirsiyarên sûcan de bikevin gumanan.

Rêxistinan destnîşan kir ku berdewamkirina "kuştinên mezhebî" yên berdewam li peravê û deverên din ên Sûriyeyê û bêdengiya komîteyê, dê bibe sedema pêvajoyeke nû ya tundiyê û êşa malbatên qurbaniyan ên ku li benda rastiyê ne, zêde dikin.

Rêxistinên ji komîteyê xwest ku ji bo aşkerakirina encamên xwe civînek çapemeniyê li dar bixe, ji ber ku di vê qonaxê de û ji bo vegerandina baweriyê û pêkanîna edaletê, zelalî pir girîng e.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dîsa bang li Ehmed El Şarî kir ku raporê tevahî biweşîne û tekez kir ku edalet bêyî hesabpirsînê nayê bidestxistin.

Cîgira rêveberê Ofîsa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Kristine Beckerle jî got: "Mafê kesên ji komkujiyan filitîn û malbatên qurbaniyan heye ku rastiyan tevahî bizanibin, bizanin kî berpirsiyarê komkujiyan e, û bizanin ka dê çi tedbîr werin girtin da ku ew berpirsiyar bên darizandin.”

Beckerle wiha pê de çû: "Tenê lêpirsînên serbixwe û bêalî dikarin darizandinên pêbawer pêk bînin. Divê serok soza xwe ya parastina hemî pêkhateyên civaka Sûriyeyê û pêşîgirtina li dubarebûna binpêkirinên mezhebî bicîh bîne."

Her wiha diyar kir ku aşkerakirina rastiyê û darizandina sûcdaran gavên girîng in ji bo bidawîkirina bêcezatiyê û destpêkirina rêya dadperweriyê li Sûriyeyê.

(k)