Ezmûnên refa 12`an dest pê kirin

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûnên xwendekarên refa 12`an ên ku li dibistanên rêjîma Bass`ê dixwendin, dest pê kirin.

Ezmûnên refa 12`an dest pê kirin
Ezmûnên refa 12`an dest pê kirin
Ezmûnên refa 12`an dest pê kirin
Ezmûnên refa 12`an dest pê kirin
Ezmûnên refa 12`an dest pê kirin
Ezmûnên refa 12`an dest pê kirin
Ezmûnên refa 12`an dest pê kirin
12 tîrmeh, 2025   09:38
QAMIŞLO

Ezmûnên refa 12`an (giştî û serbest) ên xwendekarên dibistanên rêjîma Bass`ê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin. Ev ezmûn di çarçoveya lihevkirina navbera Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê de pêk tên.

Di 22-27`ê Hezîranê de xwendekaran navên xwe ji bo pêşkêşkirina ezmûnan, tamor kiribûn.

Li gorî agahiyên ku me ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser wergirtine hejmara xwendekarên refa 12`an (ên dibistanên rêjîma Baas`ê) ku dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûnan pêk bînin 34 hezar û 726 e û hejmara navendên ezmûnan jî 169 navend e.

Ezmûnên refa 12`an ji îro (12`ê Tîrmehê) ve dest pê kirin, dê heta 3`ê Tebaxê bidomin.

Li ser bingeha lihevkirina di navbera Desteya Pewerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê de ya ji bo ezmûnên xwendekarên refa 9 û 12ˊan, 11`ê Hezîranê komîteyeke hevbeş hat avakirin û dest bi xebatên di vê çarçoveyê de kirin.

(ekîb/fr)

ANHA