Andy Burnham wê bibe serokwezîrê Brîtanyayê

Partiya Karkeran a Brîtanyayê, Andy Burnham wekî serokê xwe yê nû yê partiyê li şûna Keir Starmer hilbijart. Andy Burnhan dê bibe Serokwezîr û di rojên pêş de hikûmetek nû ava bike.

Andy Burnham wê bibe serokwezîrê Brîtanyayê
17 tîrmeh, 2026   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya The Guardian, Partiya Karkeran a Brîtanyayê ragihand ku Andy Burnham ê ku piştgiriya parlamenterên partiyê, sendîkayên karker û şaxên li seranserê welêt bi dest xistiye li şûna Keir Starmer bû serokê partiyê. 

Hate gotin ku Starmer dê sibeha roja duşemê biçe Qesra Buckinghamê da ku îstifaya xwe bi fermî pêşkêşî Qiral Charles ê Sêyemîn bike. Piştre Burnham dê ji bo avakirina hikûmetê were erkdarkirin û di heman rojê de erka xwe wekî serokwezîr werbigire.

Burnham beriya ragihandina kabîneya xwe ya nû,  dê axaftina xwe ya yekem li pêşiya avahiya serokwezîrtiyê ya Downing Street pêşkêş bike.

(bb)