Şênî û karkerên paqijiyê banga tevkariyê kir

Şênî û karkerên paqijiyê yên Şaredariya Gel a Girkê Legê diyar kir ku paqijiya bajar ne tenê ji wan, lê ji şêniyan jî tê xwestin û got nêzîkatiyên şaş barê wan giran dikin û bandorê li tenduristiya giştî û jîngehê dikin.

Şênî û karkerên paqijiyê banga tevkariyê kir
Şênî û karkerên paqijiyê banga tevkariyê kir
Şênî û karkerên paqijiyê banga tevkariyê kir
Şênî û karkerên paqijiyê banga tevkariyê kir
Şênî û karkerên paqijiyê banga tevkariyê kir
18 tîrmeh, 2026   06:45
QAMIŞLO
ROHAT XELEF- KÎNAN EL SEYÎD

Karkerên paqijiyê yên bajarê Girkê Legê pirsgirêkên li hemberî karê xwe anîn ziman û got hîna çop li kêleka konteyneran û cihên giştî tên avêtin.

Karkerê bi navê Nîdal Îbrahîm da zanîn ku koma paqijiyê ji saetên serî sibehê ve çopê kom dike û kolanan paqij dike, lê hinek şênî çopê naxin konteyneran, ev jî barê wan giran dike, di heman demê de dihêle çop kom bibe û bêhna nexweş jê belav bibe.

Nîdal Îbrahîm got: "Rojane em kolanan paqij dikin û çopê kom dikin. Hinek kes kîsê çopê datînin ber konteynera an jî diavêjin ser rêyan. Ev jî karê me zehmet dike. Li aliyekî din jî dibe sedema belavbûna mêş û kelmêşan û dibe ku nexweşî jî belav bibin."

Nîdal Îbrahîm diyar kir ku karkerên paqijiyê ji bo parastina bajêr xebateke mezin dikin. Nîdal Îbrahîm bang li şêniyan kir ku bi wan re bibin alîkar, çopê biavêjin cihê wê yên taybet “da ku jîngeheke tendurist û paqijî bê avakirin.”

Şêniyê bi navê Xelîl Abdullah got xebata karkerên paqijiyê cihê teqdîrê ye û anî ziman ku parastina paqijiya bajêr berpirsyariya her kesî ye.

Xelîl Abdullah bi domdarî got: "Şaredariyê li hemû taxan konteyner danîne. Divê em wan bi kar bînin û çopê neavêjin ser rê yan kêleka konteyneran.”

Şêniyê bi navê Yasir Mihemed jî da zanîn ku karkerên paqijiyê xizmeteke girîng pêşkêşî civakê dikin û tevkariya şêniyan barê wan kêm dike.

Yasir Mihemed got: "Erka me ye rêzê bidin vê kedê û çopê bi awayekî bêserûber neavêjin. Paqijî çand û refrateke şaristanî ye. Çiqasî em bi hev re alîkar bin bajarê me paqijtir û xweşiktir dibe."

(bb)

ANHA