ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8- 1 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8- 1 – 2025
8 ÇILE, 2025   02:00

Şêniyên ji bajarê Girkê Legê bang li partiyên siyasî kir ku di zûtirîn demê de yekitiya xwe çêkin û got "Derfeteke dîrokî li pêşiya me heye, divê em vê derfetê ji bo bidestxistina mafên xwe bi kar bînin.”

Hêviyên şehîd Dîlan ji yên hevalên wê cudatir bûn; wê bi xwedîderketina li hunera berxwedanê xurtkirina pîvanên jina azad, bêyî ku guh bide zîhniyeta baviksalar, hêviyên xwe bi dest xistin û têkoşîna xwe bi şehadetê tacîdar kir û di malbata xwe ya xwedî têkoşîneke demdirêj û civaka xwe de bû mînak.

Dayikên li Kobanê ku ji bo şervanan xwarinê amade dikin, diyar kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriya şervanên xwe bikin.

Oldarên ji Dêrazorê ji ber hewlên belavkirina tevlihevî û fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de, hişyarî da û bang li gelê Sûriyeyê ku li hember hemû zehmetiyan hevgirtî bin.

Ji destpêka bûyerên 2011’an ên li Sûriyeyê ve, Sûriye derbasî qonaxa tundî û parçebûnê bûbû û vê jî bandor li tevahî aliyên jiyanê kir. Tevgera li Sûriyeyê bi daxwaza hin guhartinan dest pê kir, lê bi lez veguherî şerekî bigirêk ê xwedî berjewendiyên xwecih, herêmî û navneteweyî.

Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî stasyona kehrebê ya Curniyê nêzî milyonek û nîv milyon dolar zirar bûye. Deste hewl dide bi awayekî awarte ji bo dabînkirina ava vexwarinê kehrebê ji xelkê bajêr re peyda bike.

Xelkê bajarê Dêrikê cenazeyê şervanên QSDˋê şehîd Mihemed Hemade û Mihemed Mistefa li Goristana Şehîd Xebat Dêrik defin dike. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo şervanê QSDˋê şehîd Azad Tirbespiyê ku di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker li derdora Bendava Tişrînê şehîd bûbû de merasîma xiyabî li pêş mala wî ya li bajêr li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Bajarê Amûdê ji bo şervanê Hêzên Komandos şehîd Mihemed el Hisên merasîmeke xiyabî li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Til Hemîsê ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî û pêşdeçûnên dawî li qada Sûriyeyê li hola Komeleya Perwerdê civînekê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Çilaxa ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên dawî li Sûriyeyê civînekê ji malbatên şehîdan re li dar dixe. (10:00). Li navenda Çand û Hunerê jî malbatên şehîdan ji bo piştgiriya QSDˋê û YPJˋê daxuyaniyekê didin. BI WÊNE Û DÎMEN

Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya bajarê Çilaxa ji bo piştgiriya QSDˋê û YPJˋê li pê şnavenda meclisa bajêr daxuyaniyekê didin. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN