Amnesty banga rawestandina êrişên li Helebê kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) banga rawestandina êrişên li Helebê kir û ji ber zêdebûna bîlançoya qurbaniyên sivîlan fikarên xwe anîn ziman.

Amnesty banga rawestandina êrişên li Helebê kir
7 ÇILE, 2026   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) der barê êrişên li Helebê de daxuyaniyek weşand. Rêxistinên banga rawestandina êrişên li ser Helebê û parastina sivîlan kir.

Her wiha fikarên xwe ji ber zêdebûna hejmara qurbaniyan û berdewama koçberiyê anî ziman.

Rêxistinê banga rêzgirtina li hemberî qanûnên mirovî yên navneteweyî, rawestandina tavilê ya êrişên li ser sivîlan û mîsogeriya gihandina bilez a alîkariyên mirovî kir.

 (b)