Amir Hico êdî bi navê ‘Bavê Du Zarokan’ tê naskirin

Di komkujiya şeva Newrozê ya 2015`an de 2 zarokên Amir Hico şehîd dibin û ew bi xwe jî giran birîndar dibe. Hico qala wê rojê kir û got Newroz hêviya jiyaneke nû ye.  

Amir Hico êdî bi navê ‘Bavê Du Zarokan’ tê naskirin
Amir Hico êdî bi navê ‘Bavê Du Zarokan’ tê naskirin
Amir Hico êdî bi navê ‘Bavê Du Zarokan’ tê naskirin
Amir Hico êdî bi navê ‘Bavê Du Zarokan’ tê naskirin
Amir Hico êdî bi navê ‘Bavê Du Zarokan’ tê naskirin
20 adar, 2026   05:10
HESEKÊ
HENAR IBRAHÎM

Şeva Newrozê ya 2015`an Amir Îsmaîl Hico, zarokên xwe Mihemed û Ehmed û dayika wan berê xwe didin Qada Şehîd Serhed a taxa El Miftî da ku tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. Dayika Mihemed û Ehmed hîna negihaştiye qada Newrozê vedigere malê ji bo ku çakêtê xwe bîne.

Amir û zarokên xwe gihaştin qada Newrozê. Her kesî govend digerand û zarok bi agirê Newrozê kêf xweş bibûn. Hîna demeke dirêj derbas nebibû teqîn çêdibe. Ji carekê ve toz û dûman bi qada Newrozê dikeve. Bi teqînê re Amir dipeke lê hîna li ser hişê xwe ye.

Amir bi zorê çavên xwe vedike û li her du zarokên xwe digere. Dixwaze bang li wan bike, deng ji qirika wî dernakeve. Çavên xwe li wan digerîne lê nikare bibîne. Her der dûman e, şehîd hene û derdora wî hemû xwîn e.

Piştî ku Amir radikin nexweşxaneyê her tim pirsa her du zarokên xwe Mihemed û Ehmed dike. Xebatkarên nexweşxaneyê her tim jê re dibêjin rewşa zarokên te baş e.

Bavê her du zarokan giran birîndar bûye û wî ji nexweşxaneya Hesekê radikin nexweşxaneya Qamişloyê. Li ser hev wî emeliyat dikin. Amir êşa canê xwe daye aliyekî û her dipirse ‘kanî Mihemed û Ehmed?’ Hîs dike ku tiştek bi zarokên wî hatiye.

Piştî Amir tedawiya xwe bi dawî dike û ji nexweşxaneyê vedigere male, dibihîze ku her du zarokên wî şehîd bûne. Amir bawer nake ku her du zarokên wî Mihemed û Ehmed şehîd bûne. Ew xeyal dike ku zarokên wî hîna li malê ne.

Piştî sal di ser bûyerê re derbas dibin û zarokên Amir çêdibin (lawikek û 2 keçik), ew li jiyanê vedigere, navê lawikê xwe jî dike Mihemed.

Amir dema ku diçe Newrozê ew roj tê bîra wî, nakeve nava gel û ji dûr ve lê temaşe dike. Teqîna şeva Newrozê ya 2015`an tê bîra wî. Her du zarokên wî di wê teqînê de şehîd bûne û her tim êşa vê yekê di dilê wî de ye.

Amir Hico got: “Newroz nasekine. Çi qasî tirs hewl bide şad û bextewariyê bidize jî jiyan her tim bi hêztir e. Me û zarokan me cil û bergên xwe yên Newrozê amade kirine û em ê tev li şahiya Newrozê bibin.”

Amir Hico hîna di nava xelkê Hesekê de bi navê "Bavê Du Zarokan" tê naskirin. Wêneyên her du zarokên xwe xistine erebeya xwe, mîna ku her tim pê re rêwî bin.

Çeteyên DAIŞ`ê şeva cejna Newrozê ya sala 2015`an li taxa El Miftî ya bajarê Hesekê êrışî gel kiribğ. Di encama wê de 53 sivîl şehîd bûbûn.

ANHA