Koçber dipirsin ka dê kengî vegerin?

Koçberên Efrîn û Serêkaniyê dipirsin wê kengî vegerin û daxwaz dikin ku di demeke kurt de bi hêzên xwe yên ewlekariyê re vegerin herêmên xwe.

Koçber dipirsin ka dê kengî vegerin?
20 adar, 2026   06:25
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Bi sed hezaran şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di encama dagirkirinê de koçber bûn. Ji bo rûmeta xwe biparêzin bi salan li ber xwe didin û tê dikoşin.

Fatma Ehmed a ku li bajarê Dêrikê dimîne got: “Em bi sebir li bendê bûn ku bendên lihevkirinê pêk werin û em vegerin Efrînê. Koma yekemîn 10`ê Adarê vegeriya. Piştî wê gurûpê veger sekinî û sedema wê nehat gotin. Em amade ne ku vegerin Efrîn. Efrîn ji bo me evîneke bêdawî ye. Xeyalê me hemuyan ew e ku em vegerin malên xwe."

Sadiq Omer ê ji Efrînê û niha li bajarê Dêrikê dimîne got: “Divê mal û milkên gelê Efrînê were parastin. Aliyên têkildar û hikumeta demkî berpirsyar in ku dosya koçberan zû çareser bikin. Em li ser agir in û li benda vegerê ne. Em bi darê zorê koçber bûn. Mafê me ye ku em vegerin, mal û milkên xwe biparêzin û ji nû ve civaka xwe ava bikin. Divê hemû astengî rabin û koçber vegerin.”

Hedîl Mustefa ya ji Serêkaniyê anî ziman ku êdî mayîna li bin konan gelekî zehmete û wiha got: “Ev bi salan e em li hemberî şert û mercên koçberiyê tê dikoşin û li ber xwe didin. Em di bin konan de; sermaya zivistanê û germahiya havînê derbas dikin. Mal û milkên me li warê me ne. Em dixwazin bi hêzên xwe yên ewlekariyê (Asayîş) re bi ewle vegerin herêmên xwe. Heyanî kengî em ê di bin konan de bin û malên me hene? Me têra xwe zor û zehmetiyên koçberiyê dîtin. Êdî dem hatiye ku em birûmet li malên xwe bijîn.”

ANHA