Ji hunermendên Dirbêsiyê banga tevlêbûna Newrozê

Hunermendên ji bajarê Dirbêsiyê banga tevlêbûna pîrozbahiyên Newrozê kir û diyar kir ku Newroz sembola hêvî û serketina li hemberî zilmê ye û derfeta nûjenkirina rihê neteweyî û çandî ye.

Ji hunermendên Dirbêsiyê banga tevlêbûna Newrozê
20 adar, 2026   07:40
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Li 7 navendên Rojavayê Kurdistanê, Heleb û Şamê dê Newroza îsal bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî û Newroza Yekitiya Demokratîk a Kurd” were pîrozkirin.

Li Dirbêsiyê Newroz ji 14'ê Adarê ve li taxan tê pîrozkirin û pîrozbahiya giştî ya 21'ê Adarê dê li gundê Çolbistan were lidarxistin.

Hunermendên ji bajarê Dirbêsiyê nêrînên xwe bi me re parve kirin û banga tevlêbûna pîrozbahiyên Newrozê kir.

Ebdurehman Baravî diyar kir ku Newroza îsal boneyeke xwedî wateyên sembolîk ên kur e û got: "Newroz wateyên azadî û serketina li hemberî zilmê hildigire. Koka Newrozê vedigire destana Kawayê Hesinkar ku agirê Newrozê wekî sembola serketinê pêxist. Ji wê rojê ve bûye semboleke daîmî ya azadiyê."

Hojîn Hêriz anî ziman ku Newroz çirûska ronahiyê mirovahiyê û derketina ji tarî ber bi ronahiyê ve ye û got: “Sembolîzma Newrozê bi saya fedakariyên mezin, ji kesayetên dîrokî bigire heya şehîdên hemdem xurt bûye."

Hojîn Hêriz destnîşan kir ku pîrozbahiyên Newrozê li Rojava di bin şert û mercên awarte de 14 sal in berdewam dikin û da zanîn pîrozbahiya îsal dê bi bîranîna hejmarek şehîdan bi pêxistina meşaleyan li ser navên wan cuda be.

Hojîn Hêriz diyar kir Newroz di heman demê de peyamek serhildanê li dijî hewldanên astengkirina pîrozbahiyê yan qelskirina îradeya civakê ye û bal kişand ser û rola jinên Kurd di vejandina van boneyan û îfadekirina hebûna xwe de.

(bb)

ANHA