Amerîkayê kelûpelên xwe yên leşkerî yên herêmê guhartin

Hemwextî kûrbûna nakokiyên leşkerî yên herêmê, Amerîkayê di çarçoveya tedbîrgirtinên li hemberî bersiva Îranê de kelûpelên xwe yên leşkerî yên herêmê veguhastin û guhartin.

Amerîkayê kelûpelên xwe yên leşkerî yên herêmê guhartin
13 hezîran, 2025   22:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya êrişa Îsraîlê û egera bersivdayîna Îranê de, Amerîkayê kelûpelên xwe yên leşkerî yên herêmê veguhastin û guhartin.

Berpirsên Amerîkayê diyar kir ku artêşa Amerîkayê keştiyên leşkerî yên rojhilata navîn veguhastine.

Hêza Deryayî ya Amerîkayê jî biryara çûyîna keştiyên leşkerî ber bi rojhilatê Deryaya Spî ve da, da ku di dema pêwist de werin bikaranîn.

Ajansa Associated Press jî ku xwe spartiye berpirsên Amerîkayê ragihand ku serokê Amerîkayê Donald Trump dike civînekê bi endamên payebilind ên Meclisa Ewlehiya Neteweyî re pêk bîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî çend rojan hêzên Amerîkayê yên herêmê tedbîr girtibûn û rê dabûn endamên malbatên leşkeran ku ji baregehan derkevin da ku di bersivdayîna Îranê de zirar negihîje wan.

(mh)