PDPKS salvegera damezrandina xwe pîroz kir

Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) 68 saliya damerzandina xwe pîroz kir û soza berdewamkirina têkoşînê ji bo bidestxistina daxwazên gelê Kurd di çarçoveya çareseriya aştiyane û demokratîk da.

13 hezîran, 2025   22:05
QAMIŞLO

PDPKS`ê bi boneya 68’emîn salvegera damezrandina xwe li salona Rojhelat a bajarê Girkê Legê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl çalakiyek li dar xist.

Endama Komîteya Navendî ya Partiyê Şêrîn Elî axivî û got, "Nabe ku mirov behsa PDPKS bike, bêyî ku pêşengên destpêkê yên parastina nasnameya Kurdî li Sûriyeyê yên weke Osman Sebrî, Hemîd Derwîş û Hemze Niwêran bi bîr bîne. Her wiha jinên Kurd ên ku li Sûriyeyê roleke girîng di têkoşîna neteweyî de lîstin e. "

Endamê Komîteya Navendî ya Partiyê Îdrîs Çaçan jî axivî  û got: "Kurd li Sûriyeyê bi awayekî sîstematîk rastî paşguhkirin û çewisandinê hatin. Lê belê PDPKS`ê ji roja damezrandina xwe ve bi ruhekî netewî û berpirsyariyeke dîrokî têkoşiya û bi baweriya bi têkoşîna aştiyane û demokratîk weke rêyeke ji bo bidestxistina dad û rûmeta hemû gelê Sûriyê anî. "

Cîgirê sekreterê giştî yê partiyê Ehmed Silêman bal kişand li ser giringiya yekrêziya Kurdî û piştigiriya xwe bo şanda Kurdî ya danûstandinan ligel desthilata Şamê anî ziman

Her wiha got ku partiya wan ji dema damezrandina xwe ve daxwaza mafên gelê kurd li Sûriyeyê kiriye û hîna wê têkoşînê dewam dike.

Piştre Koma Ronak dîlanên folklorîk pêşkêş kirin.

Çalakî bi girtina dîlanê bi dawî bû.

(k)