Îsraîlê Navenda Parastina Sivîl kir hedef: 6 kes mirin

Hêzên Îsraîlê li navçeya Nebetiya ya li başûrê Lubnanê Navenda Parastina Sivîl bombebaran kir. Li gorî agahiyan di bombebaranê de 6 kes hatine kuştin û 22 kes birîndar bûn.

Îsraîlê Navenda Parastina Sivîl kir hedef: 6 kes mirin
16 gulan, 2026   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Lubnanê ragihand ku di bombebarana Îsraîlê ya li dijî Navenda Parastina Sivîl a li navçeya Nebetiya ya başûrê welat de, bi kêmanî 3 jê xebatkarên tenduristiyê 6 kes mirin û 22 kes birîndar bûn.

Navenda Operasyonên Awarte ya Tenduristiyê ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê li ser mijarê daxuyaniyek da û piştrast kir ku bombebarana li dijî Navenda Parastina Sivîl a li devera Harûf a navçeya Nebetiya hatiye kirin, di encamê 3 jê xebatkarên tenduristiyê, 6 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn.

Dan û standinên Lubnan û Îsraîlê ku bi navbeynkariya DYA'yê pêk hatibûn, roja Îranê bi dawî bûn. Îsraîl û Lubnanê li ser dirêjkirina agirbestê 45 rojan û lidarxistina civînan di hefteyên pêş de li hev kiribûn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA'yê Tommy Pigott got: "Rawestandina şer û pevçûnan ku di 16'ê Nîsanê de dest pê kirine, dê 45 rojan were dirêjkirin da ku rê li ber pêşketinên zêdetir were vekirin."

Her wiha got, hevdîtinên bi armanca bidawîkirina şerê di navbera her du aliyan de "pir berhemdar" bûn.

(bb)