Amadekariyên Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan ber bi dawiyê ve ne

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê amadekariyên Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan ber bi dawiyê ve birin. Çaverê ye 550 zarok tev li mîhrîcanê bibin.

Amadekariyên Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan ber bi dawiyê ve ne
Amadekariyên Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan ber bi dawiyê ve ne
Amadekariyên Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan ber bi dawiyê ve ne
Amadekariyên Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan ber bi dawiyê ve ne
Amadekariyên Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan ber bi dawiyê ve ne
Amadekariyên Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan ber bi dawiyê ve ne
Amadekariyên Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan ber bi dawiyê ve ne
Amadekariyên Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan ber bi dawiyê ve ne
Amadekariyên Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan ber bi dawiyê ve ne
29 hezîran, 2025   08:05
TEBQA

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan ber bi dawî kirin. Mîhrîcan wê bi beşdariya 12 koman ku ji 550 zarok pêk tê, were lidarxistin.

Der barê provayên dawî yên mîhrîcanê de, ajansa me nêrînê endamê komîteya amadekar a Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan Amer Înad, girtin. Înad got: "Mîhrîcana 1’ê bi hejmara 100 zarokî dest pê kir, lê îro di mîhrîcana îsal de hejmara zarokên tev lê bibin, 550 ye. Ev yek nîşan dide ku çalakî berfireh bûye û bi ser ketiye, heta ku bala ciwanan kişandiye."

Mîhrîcana îsal bi diruşmeya "Rengên zarokatiyê aştiya Sûriyeyê xêz dikin" ne. Di mîhrîcanê de komên ji Tebqa û Reqayê bi hevkariya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, Desteya Jinan, Hîlala Zêrîn, Desteya Çandê ya Reqayê, Navendên Çand û Hunerê yên Tebqa û Curniyê beşdar dibin.

Wê komên beşdar hunerên curbicur, weke şano, mûzîk, stran, stranên gelêrî, xebatên panoramayê yên rastiya zarokên Sûriyeyê vedibêjin û nirxên wê yên civakî, niştîmanî û siyasî geş dikin, pêşkêş bikin.

Mîhrîcan bi xebateke hunerî ya ji bo arastekirina zarokan dest pê dike, ku xwestekên wan vebêje û peyameke perwerdehî û mirovî hildigire.

Înad destnîşan kir ku komîteya amadekar 3 meh berê hate avakirin. Di komîteyê de pisporên şano, huner û derhêneriyê hene. Înad wiha domand: "Me perwerde bi astên zêde dest pê kirin. Di meha dawî de jî perwerde rojane dihat dayîn."

Wê mîhrîcan du rojan bidome; ji 30’ê Hezîranê heta 1’ê Tîrmehê.

(ac/fr)

ANHA