Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de diyar kirin ku êrişa xwekujî ya li dijî Dêra Mar Îlyas  a li Şamê qonaxeke girîng e ku ji nû ve pirsa jiyana hevbeş radixe holê. Rojnameyên bal kişand ser agirbesta bi navbeynkariya Trumpê ya di navbera Îsraîl û Îranê de.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî
29 hezîran, 2025   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî êrişa xwekujî ya li dijî dêra Mar Îlyas a li Şamê û aqubeta jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan, dîsa agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de nirxandin.

’EZMÛNA JI BO SIBEROJA PIRRENGIYA LI SÛRIYEYÊ’

Rojnameya El Ereb pirsa aqûbeta jiyana hevbeş a li Sûriyeyê ya piştî şer kir û diyar kir ku êrişa xwekuj a li dijî Dêra Mar Elyas a li Şamê ne tenê bûyereke derbasbûyî bû, lê qonaxeke girîng e ku ji nû ve pirsa jiyana hevbeş a li Sûriyeyê ya piştî şer dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku çi ajoyên teqînê hebin, ne tenê xiristiyanan hedef digirin, lê gefan li mozaîka Sûriyeyê ya mayî dixwin. Ev yek li hikumeta veguhêz ferz dike ku li gorî nêrîneke stratejîk tev bigere, ne wekî bûyereke ji rêzê. Ji nû ve avakirina baweriya civakî, ji vir dest pê dike.

Rojnameyê îşaret pê kir ku şermezarkirinên navneteweyî tund bûn, lê pêdiviya Sûriyeyê ya îro bi piştgiriyeke aşkera heye ku ji bo pêvajoyeke ku hemwelatîbûnê wek nasnameyek yekgirtî piştrast dike. Di vê çarçoveyê de kêmnetewe ne dosya ne ku ji hêla siyasî werin vehewandin, lê hevkarên rastîn ên sazkirina siberojê ne.

DEMA KU AGIRBEST ŞER DIRÊJ DIKE

Rojnameya El Şerq El Ewset li ser agirbesta sist a di navbera Îsraîl û Îranê de nivîsî û destnîşan kir ku Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê ragihand ku Îranê "Îsraîl neçar kir ku şer bi yekalî rawestîne" piştî arîşeya leşkerî ya 12 rojan.

Rojnameyê her wiha diyar kir ku Tehranê agirbesta ferzkirî wekî encamek berxwedana xwe ya leşkerî û siyasî dibîne, û ew "ji bo her şerekî amade ye."

Li gorî rojnameyê, Îranê piştî destwerdana rasterast a Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ev daxuyanî da, dema ku Turm pesnê xwe da ku wî "agirbest ferz kiriye ", û got ku " bernameya nukleerî ya Îranê bi dawî bû.

GIRTINA HURMUZÊ JI BO IRAQ Û ÇÎNÊ XETERTIR E

Rojnameya El Şerq El Ewset bal kişand ser gefên Îranê yên derbarê Tengava Hurmuzê û got, "Îran gef dixwe, lê nake. Tengava Hurmuzê mayin nake û keştiyan bombebaran nake. Ev senaryoyeke wê zirarê li îranê bike û di serî de zirarê bide Çînê ku mezintirîn kiriyarê petrola Kendavê ye û dê  rojane 4 milyon bermîlên petrolê jê kêm bibe."

Rojnameyê destnîşan kir ku "Tengava Hurmuzê ji bo Îranê, karteke bazarê bû. Lê îro ji bo Amerîkiyan ev yek êdî ne xemeke stratejîk e, ji ber ku hema bêje petrol wan û ya cîrana wan Kanadayê têra têra wan dike."

Rojnameyê diyar kir ku welatê Kendavê yê dê herî zêde ji girtina tengavê bandor bibe Iraq e ku hevalbendê Îranê ye. Ji ber ku Iraq rojane nêzîkî 3 milyon bermîlan di Tengava Hurmuzê re derbas dike. Ger rê li wê bê girtin, dê nikaribe ku bo karûbarên undirîn û derve pereyan peyda bike.