Çeteyan bi darê zorê jinek ji mala wê derxist

Şahidên Efrînê yên ku êşên rojane û mezinahiya trajediyê dikişînin, zêde dibin. Hîna bûyerên gef, qetilkirin û texrîbê li Efrînê didomin. Çeteyan di bin gefa çekê de jinek bi darê zorê ji mal û nava jêdera rizqa wê bi der xist.

Çeteyan bi darê zorê jinek ji mala wê derxist
Çeteyan bi darê zorê jinek ji mala wê derxist
Çeteyan bi darê zorê jinek ji mala wê derxist
Çeteyan bi darê zorê jinek ji mala wê derxist
29 hezîran, 2025   03:45
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Li gundekî bajarê Cindêrêsê yê Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk bi tundî êrişî jinekê kir. Çeteyan di saetên derengiya şevê ya hefteya borî de gule li dikana wê jinê barandin û bi çakûçan kel û pelên dikanê talan kirin.

Jina ku hûrgiliya bûyerê ji ajansa me re vegotiye, diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma berê, ew tevî hevjînê xwe vegerîn warê xwe, lê dîtin niştecihên hawirde  mala wê desteser kirine. Ruxmî hweldanên wan ên daxwaza mafên xwe, lê niştecihan red kir ku ji malê derkevin, di encamê de hevjînê wê bi krîza dil wefat kir û li goristana herêmê hat oxirkirin.

Piştî çend mehan ji israrkirinê, wê jinê mal û dikana xwe ya xwarinê vegerand, lê di demek kurt de rastî tacîz û gefên dubare ji aliyê çeteyan ve hat. Çeteyan li hember mayîna wê li mal xwe, pere jê xwestin. Di dawiyê de çekdaran bi şevê gule barandin û tiştên di dikanê de talan kirin.

Jina ku nexwestiye navê xwe aşkera bike, biryar da ku di roja piştî bûyerê de ji bajarê xwe derkeve û berê xwe bide taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê. Wê jinê diyar kir ku heta dagirker û çete ji Efrînê giştî venekişin, ew careke din venagere.

Ev bûyer tenê mînakeke biçûk ji rêze binpêkirinên sîstematîk ên ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li Efrîn pêk tînin, di nav de kuştin, revandin, destdirêjî û êrişên berdewam. Ev hemû sûc jî bêyî tu hesabek ji wan were pirsîn, dewam dikin.

Di vê mehê de, li Efrînê ciwanê bi navê Mistefa Şêxo yê ji gundê Hec Hesna hat qetilkirin, û di Adara par de jî bi heman rengî zarokê bi navê Ehmed Xalid Medê bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatibû qetilkirin.

(ac/fr)

ANHA