Ji bo Rêber Abdullah Ocalan banga têkoşîna hiqûqî ya hevpar

Hiqûqnas Ebdulezîz Yusif dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan wekî komployeke li dijî gel bi nav kir û bang li partiyan û hiqûqnasan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke hiqûqî ya hevpar pêk bînin.

Ji bo Rêber Abdullah Ocalan banga têkoşîna hiqûqî ya hevpar
22 cotmeh, 2024   03:10
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Hiqûqnas Ebdulezîz Yûsif ê ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan  komployek bû ku destê gelek delwetan tê de heye.  Ebdulezîz Yûsif anî ziman ku şêwazê dîlgirtinê diyar dike ku Rêber Abdullah Ocalan rêberekî siyasî ye û hêviyên gelê herêmê temsîl dike.

Yûsif destnîşan kir ku dîlgirtin, darizandin û pêkanînên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî peyman û qanûnên navneteweyî ne û got "Rêbertî banga azadkirina jin û civakê dike, banga yekitiya pêkhateyan dike û dixwaze ku jêderên welat bibin mal gel. Ramanên Rêbertî ku bi mîlyonan mirovan pejirandine, ne li gorî dewletên komploger e, lew ra wî dîl girtin."

Yûsif îşaret pê kir ku tevahî dewletên beşdarî komployê bibûn komploya xwe ya li dijî qanûnên navneteweyî û mirovî didomînin û wiha pê de  çû "Ji ber wê jî dewleta Tirk siyasetên xwe yên dijminane li dijî doza Rêber Abdullah Ocalan didomîne. "

Yûsif destnîşan kir ku mafê Rêber Abdullah Ocalan heye bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û nameyên siyasî ji gelê re bişîne.

Yûsif bang li hiqûqnasan kir ku xîtabên xwe yên hiqûqî bikin yek û got: " Ev erkeke pîşeyî, exlaqî û mirovî ye. Her kes dizane komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelê herêmê yê azadxwazsûc e.

Hiqûqnas Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan gelê Kurd tune bike û wiha pê de çû: "Ji ber wê em dibînin ku çawa komkujiyan dike, binesaziya herêmê dike armanc û û hewl dide herêmên din dagir bike. Divê partiyên Kurd û hiqûqnasên Kurd, li kêleka gelê xwe bin û rê li pêşiya siyasetên Tirkiyeyê bigirin."

Hiqûqnas Ebulezîz Yûsif di dawiyê de bang li hiqûqnasan kir ku sûcên dewleta Tirk belge bikin, ji raya giştî û komîteyên hiqûqî yên NY`yê re pêşkêş bikin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

(şx)

ANHA