Aloziyên li Lubnan û Sûdanê di rojnameyan de

Li Lubnanê tirs heye ku li ser sînorê başûr şer biqewime, li Sûdanê arîşe berdewam dike.

Aloziyên li Lubnan û Sûdanê di rojnameyan de
12 kanûn, 2025   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên ku îro, li ser tevliheviya rewşa Lubnanê û aloziya Sûdanê ya ku her ku diçe xirabtir dibe, nivîsîn.

NÊRÎNEK FRANSÎ LI SER REWŞA ALOZ A LUBNANÊ

Rojnameya El Şerq El Ewsat nivîsî ku Parîs bi fikar e ku êrişeke leşkerî ya muhtemel a Îsrailê li Lubnanê pêk were, ji ber ku dema dawî ya ku ji artêşa Lubnanê re hatiye dayîn da ku Hizbullah li başûrê Çemê Lîtanî bêçek bike, nêzîk bûye. Parîs di wê baweriyê de ye ku tayînkirinên vê dawiyê yên ji bo "mekanîzmê" têrê nakin ku ev pêvajo berdewam bike.

Fransayê pêşniyar kiriye ku hêzên UNIFILê bi operasyonên lêgerîn û desteserkirinê re bibin alîkar da ku encaman pêk bînin û cihê Lubnanê li qada navneteweyî xurt bikin. Parîs her weha bi hevkariya bi Washington û welatên Ereb û Rojavayî re dixebite da ku ji bo konferansek muhtemel amade bike da ku piştgiriyê bide saziya leşkerî ya Lubnanê, û sedemên aloziyê kêm bike.

SÛDAN Û AGIRBEST

Derbarê rewşa Sûdanê de, rojnameya El Xelîc li ser zimanê Wezîra Dewletê ya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî Lana Nesîba nivîsî ku Îmaratên Yekbûyî yên Erebî dixwe agirbesteke mirovî li welêt li Sûdanê pêk were, ji ber ku şer gihîştiye "astên tundûtûjiyê yên bêhempa" ku rasterast bandorê li sivîlan dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku (Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Erebistana Siûdî, Misir û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) nexşerêyek ji bo çareserkirina pevçûnê pêşniyar kirine, di nav de agirbesteke mirovî ya 3 mehan, piştre agirbesteke domdr, û dû re destpêkirina pêvajoyek veguhêz ku dibe sedema avakirina hikûmeteke sivîl. Lêbelê, desthilata Port Sûdanê, bi serokatiya Abdilfetah El Burhan, plan nepejiran, ev jî dê krîzê girantir bike û şer dirêj bike.

(k)