Aloziya pevguhertina pereyan li Hesekê tevgera li sûkê lawaz kiriye

Pevguhertina pereyan û kêmbûna pereyên nû li bajarê Hesekê, hiştiye ku kel û pel jî li bajêr biha bibin. Guhertina lîreyê Sûriyeyê li hemberî dolar jî bi 2 nirxên cuda pêk tê. Sazî dan û standina bi pereyên kevn red dikin, dema pevguhertinê jî ber bi dawiyê ve diçe.

11 tebax, 2026   07:40
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Aloziya têkildarî pevguhertina pereyên kevn bi yên nû li sûkên bajarê Hesekê hiştiye ku tevgera bazirganiyê kêm bibe û bi awayekî berbiçav buhayên kel û pelan zêde bibe. Hinek saziyên fermî û xizmetguzariyê jî dan û standina bi pereyên kevn red dikin, lewma şênî zehmetiyan dikişînin. 

Şêniyê bi navê Şiyar Mihemed da zanîn ku bilindbûna buhayên kel û pelan li bajêr di esasê xwe de girêdayî aloziya pevguhertina pereyan e û neqebûlkirina pereyên kevn e, bi taybet banknotên 500 û 1000 lîreyî nema tên girtin.

Şiyar Mihemed xwediyê dikana firotina mirîşkan e, diyar kir ku biryara rawestandina hawirdekirinê û kêmbûna asta pereyên heyî hişt ku di tevgera sûkê de jî lawazî derkeve, li gel piraniya şêniyan pereyên nû tune ne, pereyên wan ên heyî, yên kevn in û vê jî hiştiye bandor li buhayan bibe.

Mihemed destnîşan kir ku pirsgirêka heyî bandorê li hemû sektoran dike, ji ber ku xwediyên benzînxaneyan pereyên nû ji xwediyê sehrîcên veguhastina avê dixwazin, xwediyên sehrîcan jî daxwaza pereyên nû ji şêniyan dikin.

Şêniyê bi navê Elî El Hesanî da zanîn ku li sûkan pereyên nû gelekî kêm in, kesên ku pereyan vediguherînin jî banknotên 500 û 1000 lîreyî nagirin, ev jî dihêle ku bazirgan jî wan ji xelkê negirin.

El Hesanî diyar kir ku hinek bazirgan kel û pelan bi dolar dikirin, serfkirina lîre li hemberî dolar jî bi 2 buhayên ji hev cuda pêk tê, bi pereyên nû dolarek bi 13 hezar lîreyî û bi pereyê kevn dolarek bi 15 hezar lîreyî ye. Ev jî yekser bandorê li buhayan û tevgera sûkê dike.

Elî El Hesanî da zanîn ku kurtbûna dema ku ji bo pevguhertina pereyan hatiye danîn û bilindbûna buhayan zehmetiyên şêniyan zêdetir dikin.

Şêniyê bi navê Ebdulrehman Hesen jî destnîşan kir ku pirsgirêka herî giran jî ew e ku pereyên nû ji bo herêmê nayên dayîn. Firin, saziyên fermî, nexweşxan û benzînxane pereyên nû dixwazin. Navendek tenê ji bo pevguhertina pereyan jî têrê nake.

(sb)

ANHA