Li Kolombiyayê erd hejiya

Li Kolombiyayê bi pileya 6.6 erd hejiya.  Xelkê çend deverên din ên herêmê  heta sînorê Venezuelayê pê hisiyan.

Li Kolombiyayê erd hejiya
10 tebax, 2026   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Kolombiya, Bogotayê bi pileya 6.6 erhej çêbû. Şêniyên gelek herêman ta sînorê Venezuelayê bi erdhejê hîsiyan.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Kolombiyayê ragihand ku navenda erdhejê herêma Choco ya li perava Pasîfîkê bû. Der barê zirar an birîndaran de agahî nehatin dayîn.

(bb)