Aloziya avê ya li Hesekê 5 sal e didome

Aloziya avê ya li Hesekê ji 5 salan ve dewam dike, hîna jî dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elok a ji Serêkaniyê tê Hesekê, qut kiriye. Ji lew re hîn jî zêdetirî milyonek û nîv welatiyên Hesekê û Til Temirê bê av dimînin û dijwariya germa havînê di vê rewşa bêaviyê de diborînin.

Aloziya avê ya li Hesekê 5 sal e didome
Aloziya avê ya li Hesekê 5 sal e didome
Aloziya avê ya li Hesekê 5 sal e didome
Aloziya avê ya li Hesekê 5 sal e didome
Aloziya avê ya li Hesekê 5 sal e didome
Aloziya avê ya li Hesekê 5 sal e didome
Aloziya avê ya li Hesekê 5 sal e didome
Aloziya avê ya li Hesekê 5 sal e didome
Aloziya avê ya li Hesekê 5 sal e didome
15 tebax, 2025   05:05
HESEKE
HINAR IBREHÎM-ZEYNEB ŞÊXO

Li Hesekê ya kantona Cizîrê welatî zehmetiya peydakirina ava vexwarinê dikişînin. Bi hatina demsala havînê re jin û zarok ji her kesî zêdetir zehmetiyên rojane yên peydakirina ava vexwarinê dikişînin. Ev pirsgirêk 5 sal e didome. Piştî dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir û ava stasyona Elok ji ser Hesekê û Til Temir birî, vê pirsgirêkê dest pê kir. Ji wê demê ve peydakirina ava vexwarinê bûye erka herî zehmet a sivîlan.

Li taxa Mişêrfê ya Hesekê di vê germaya havînê de zaroka bi navê Xatûn El Hemed li gel xwişka xwe ya 8 salî Rîham di doreke dirêj a jin û zarokan de rawestiyaye. Ew li ser depoyeke avê ya ji aliyê rêxistinekê ve li taxê hatiye danîn, rawestiyaye û li benda dora xwe ya dagirkirina bîdoneke avê ye.

Xatûn û Rîham ku dê bi saetan di dorê de rawestin, ji bo bîdoneke avê peyda bikin, neçar in bi zehmetî wî bîdona li gorî temenê wan pir giran, bigihînin malê. Rojnamevan ev 5 sal e dîmenên zarokên di bin barê avê de wekî Xatûn û xwişka wê, belge dikin. Hîn jî civata navneteweyî û saziyên têkildar bê deng in.

Ji bilî zarokan jinên Hesekê jî heman zehmetiyan dikişînin. Jina bi navê Nûriya El Debî ya 70 salî tevî ronahiya çavên xwe winda kiriye, ji mala xwe ya zêdetirî kîlometrekê dûr hatiye û wekî Xatûnê di dora avê de rawestiyaye.

Dema dor digihêje wê û avê dadigire, şêniyên taxê alîkariya wê dikin. Her yek bîdona wê hinekî bi pêş ve dibe heta dayika 70 salî avê digihîne malê.

Li gorî yasayên navneteweyî qutkirina avê ji ser welatiyan sûcekî şer e. Ên herî zêde ji wî şerî zirarê dibînin zarok û jin in. Di havînê de ev zehmetî çend qat dubare dibe. Çîrokên peydakirina avê bûne beşeke rojeva Hesekê.

(dc)

ANHA