Merasîma sersaxiyê ya şehîd Nûreddîn Sofî bi dawî bû

Di dawiya merasîma sersaxiyê ya fermandarê şoreşa azadiyê de şêniyên herêmê gotin şehîd Nûreddîn Sofî pêşengê şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bû ku ji Kobanê dest pê kiriye.

14 tebax, 2025   22:25
QAMIŞLO

Gelek şande ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li merasîma sersaxiyê ya fermandarê şoreşa azadiyê ya Rojava şehîd Nûreddîn Sofî bûn ku li pêşiya mala wî ya li taxa xerbî ya Qamişloyê hate lidarxistin. 

Endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya herêma Firatê Mezlûm Cemîl axivî û got: “Fermandarê şoreşê, ronahî da azadiyê, ji me re bû raman û têkoşîn. Pêşengiya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û komên tundraw ji Kobanê ta Baxozê kir.”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ayid El Hadî axivî û soza şopandina rêya şehîd Nûreddîn Sofî da û got: “Xwîna şehîdan vala naçe û em amade ne di oxira welêt de şehîd bibin.”

El Hadî diyar kir ku şehîd Nûreddîn Sofî ferq nedikir navbera kurd, ereb, suryan, ermen û çerkes de û soz da ku li ser rêya şehîd Nûreddîn Sofî têkoşînê bidomînin.

El Hadî teqez kir ku QSD, ji aştiyê re vekirî ye lê tawîzan nade û ger şer pêwîst kir ew jê re amade ne.

(şx)

ANHA