‘Jiyana hevbeş rêya xelasiya tevahiya Sûriyeyê ye’

Serokê Meclisa Al Elbeyt a kantona Tebqayê Ednan Elêwî bang li tevahî gelê Sûriyeyê kir ku hevgirtina xwişk û biratiyê bi pêş bixin û ji bo dawîkirina hewldanên tevlihevî û kîndariyê yekdest bin.

‘Jiyana hevbeş rêya xelasiya tevahiya Sûriyeyê ye’
15 tebax, 2025   06:25
TEBQA

Serokê Meclisa Al Elbeyt a kantona Tebqa Ednan Elêwî rewşa li Sûriyeyê bi bîr xist û got şerê heyî tundî û nîjadperestî zêdetir kiriye û got: “Ji ber vê yekê çeteyên biyanî teşwîqî hatinê bûn. Gelek Sûriyayî jî tevî wan koman dibin. Ne bi girêdana bîrdozî be, ji ber hewcedariyê, têkiliyên malbatî û ji ber xizmetên komên tundrew pêşkêş dikin. Parçebûna nijatî ji destpêka aloziya Sûriyeyê û hatina komên biyanî riya tundiyê mestir kir.”

Elêwî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rola neyînî ya hin welatên piştgiriya komên çekdar ên wekî Cebhet El Nusra, Ehrar El Şam û Ceyş El Îslam dikin û wiha dom kir: “Erebistana Siûdiyê û Qeter piştgiriya van komên çekdar dikin. Endamên wan perwerde kirin. Dewleta Tirk jî sînorê xwe ji çekdaran re vekir. Piştgiriya lojistîk ji wan re pêşkêş kir. Piştgiriya wan nijatperestî zêdetir kir û welat ber bi şer û tundiyê ve kişand.”

Elêwî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber wê koçberiya komî pêk hat. Binesaziya welat hat ruxandin. Sazî û dezgehên xizmetguzariyê xistin bin destê komên çekdar. Perwede û fêrkirina bi aliyê komên tundrew re çû. Nasnameya niştimanî ya Sûriyeyê qelis bû. Bîrdoziya tundrew di herêmê de ne nû ye. dîroka wê di têkbirina civakan de dirêje. Li Erebistana Siûdiyê destpê kir. Derbasî Misr, Efganistan, Cezair, Lîbiya û Sûriyeyê jî bû. Bi xwe re binpêkirin, serjîkirin, celdkirina jinan û her wekî din belav kirin.”

Serokê Meclisa Al Elbeyt a kantona Tebqayê Ednan Elêwî behsa siyaseta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin jî kir û ev tişt anî ziman: “Li vir siyaseteke orte tê meşandin. Ji ber wê ev herêm bû stargeha bi milyonan koçberên Sûriyeyê. Ev tekane riya çareseriya aloziya ji tevahî Sûriyeyê ye. Fikrê nijatperest û aliyê din qebûl nake û şer esas digre, nikare çareseriyan bîne. Nikare aştî û armiyê li welat pêk bîne. Pêwiste welatî pabendî hevgirtina civakî û biratiya gelan bikin. Ji ber nirxên biratiya gelan tekane rêya çareseriyê ye.”

(dc)

ANHA