Almanya ji welatiyên xwe xwest ku ji Îranê derkevin

Almanyayê ji welatiyên xwe xwest ku tavilê ji Îranê derkevin û neçin wî welatî. Wezarta Karên Derve ya Almanyayê got ku dibe Îran li hember cezayên NY`ê li ser Tehranê ku  Almanya, Fransa û Brîtanya tevlê bûne, bertek nîşan bide.

Almanya ji welatiyên xwe xwest ku ji Îranê derkevin
29 tebax, 2025   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Almanyayê îro hişyariyek da welatiyên xwe û ji wan xwest ku tavilê ji Îranê derkevin neçin wî welatî, ji ber ku dibe Îran li hember cezayên NY`ê li ser Tehranê ku  Almanya, Fransa û Brîtanya tevlê bûne, bertek nîşan bide.

Wezareta Karên Derve ya Alman di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku "nûnerên hikûmeta Îranê gelek caran gef xwarine ku li hember vê gavê tedbîran bigirin."

Wezaretî destnîşan kir ku "sefaretxaneya Almanyayê ya li Tehranê niha tenê dikare alîkariya konsulxaneyê ya pir sînorkirî peyda bike", lewma dê welatî di rewşek awarte de nikaribin alîkariya pêwîst werbigrin.

(k)