Li 7 gundên Dêrazorê rê tên qîrkirin

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê li 7 gundan kantonê xebatên sererastkirin û qîrkirina rêyan daye destpêkirin.

Li 7 gundên Dêrazorê rê tên qîrkirin
Li 7 gundên Dêrazorê rê tên qîrkirin
Li 7 gundên Dêrazorê rê tên qîrkirin
Li 7 gundên Dêrazorê rê tên qîrkirin
Li 7 gundên Dêrazorê rê tên qîrkirin
Li 7 gundên Dêrazorê rê tên qîrkirin
Li 7 gundên Dêrazorê rê tên qîrkirin
Li 7 gundên Dêrazorê rê tên qîrkirin
Li 7 gundên Dêrazorê rê tên qîrkirin
30 tebax, 2025   03:35
DÊRAZOR

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê li gundên Huseyniye, El Salihiye, Hatla, Marat, Mezlûm, Xeşam û Tabiyê yên bakurê kantonê yên ku piştî rûxandina rejîma Baasê tev li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûne, xebatên qîrkirina rêyan dan destpêkirin.. 

Şaredarî  li rêya Çerxerêya Meamil-Gundê El Cedîd a ku dirêjahiya wê 17 kîlometre ye cihên xirabûyî sererast dike. Li rêya Çerxerêya Helebiye-Gundê Şeqra ya ku dirêjahiya wê 7 kîlometre ye û panbûna wê 8.5 metre jî heman xebatê tê meşandin.

Şaredariyê xebatên qîrkirinê rêya ji Çerxerêya Helebiyê heta sûka gundê Hatla ku dirêjahiya wê 1700 metre ye û panbûna wê 11 metreyan da destpêkirin. Tê texmînkirin ku wê 2134 metrekab qîr li rê here. Qîrkirina rêyên deriyê bajarokê Huseyniye jî bi dawî kir ku damara sereke ya di navbera pira Herbî ya ku rojavayê Firatê dighîne rojhilatê wê ye.

Li gorî berpirsê Kargeha Qîrkirinê ya Yekitiya Şaredariyan a Dêrazorê Malik El Ebid, şaredarî amadekariyên qîrkirina rêya sûka gundê Hatla heta bi gundê Marata Jorîn a (4.5 km) dike.

El Ebid diyar kir ku xebatên Meclisa Rêveber û Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê ne tenê sererastkirin û qîrkirina rêyan, lê pêkanîna plana başkirina jiyana gundan û hêsanbûna tevgera çûn û hatina welatiyan e.

Malik El Ebid di dawiyê de got ev xebat wê ferqekî berbiçav di jiyana şêniyên 7 gundan û herêmên pê ve girêdayî pêk bîne, ji ber wê rê ewle bin û westana rojane ya şêniyan kêmtir bibin.

(fr)

ANHA