Li Dirbêsiyê 3 roj e kehrebe qut e

Ji 3 rojan ve ye jenetorên li taxên bajarê Dirbêsiyê ji ber nebûna mazotê li stasyonan rawestiyan e, bajar di rewşeke zehmet de ye.

Li Dirbêsiyê 3 roj e kehrebe qut e
14 tîrmeh, 2026   16:19
HESEKÊ

Li bajarê Dirbêsiyê ji destpêka Tîrmehê ve krîza mazotê heye. Ji ber wê 3 roj e jenetorên embîran ên li taxan sekinîn e.

Çavkaniyek ji Komîteya Sotemeniyê ya Dirbêsiyê diyar kir ku sedema sereke ya krîzê ew e ku hikumeta demkî sotemenî derbasî Hesekê nekiriye.

Çavkanî da zanîn ku niha bajar pişta xwe dide kehrebeya xeta giştî. Kehrebeya xeta giştî piştî nîvê şevê anku saet 12 heta saetên sibehê tê.

Li gorî komîteyê, tê payîn tankerek nêzî 35 hezar lître mazot bigihîje bajêr û wê mazot jî ji bo 42 jenetoran were veqetandin. Ev mîqdar jî tenê têra 3 rojan ji bo pêxistina jenetoran dike.

Heta niha tu agahiyên der barê derbaskirina mazotê bi awayekî birêkûpêk de nîn in û metirsî hene ku krîz mezintir bibe.

(fr)

ANHA