Alîgirên hikumetê hewl dan peykerê Salih El Elî li Tertûsê hilweşînin

Alîgirên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi siloganîn taîfî û hildana alên "tewhîd" ên HTŞ'ê hewl dan peykerê kesayeta welatparêz Salih El Elî yê li qada bajarê Tertûsê hilweşînin.

Alîgirên hikumetê hewl dan peykerê Salih El Elî li Tertûsê hilweşînin
25 mijdar, 2025   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmenan de xuya bû ku komek alîgirên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi siloganên taîfî û hildana alên "tewhîd" ên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) hewl da peykerê kesayeta welatparêz Salih El Elî yê li qada Tertûs a navenda bajarê Tertûsê hilweşînin. Ev bûyer bû cihê nerazîbûna pêkhateya Elewî.

Li hemberî vî kiryarî hêzên ewlekariyê yên hikumeta veguhêz destwerdan nekir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji saetên sibehê ve li bajarên peravê û Hums û Hemayê welatî bi xwepêşandanên sivîl daketina qadan û banga rawestandina sûc û bibpêkirinên li dijî sivîlan kirin. Ev berteka gel wekî xwedîderketina li banga serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê û Diyasporayê Şêx Xezal Xezal bû.

Di Tîrmeha borî de, dema êrişa çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a li dijî Siwêdayê, çekdaran wêneyê li rêberê Şoreşa Mezin a Sûriyeyê Sultan Paşa El Etreş xerab kirin.

(k)