Şêniyên Til Hemîsê sersaxî dan malbata şehîd Elaa El Faris

Şêniyên Til Hemîsê sersaxî dan malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elaa Îbrahîm El Faris re xwestin.

25 mijdar, 2025   18:38
QAMIŞLO

Îro, şêniyên Til Hemîsê û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî, sersaxî dan malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elaa Îbrahîm El Faris, ku di 21`ê Mijdarê de dema ku erkên xwe pêk dianî şehîd bû.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê, Xalid El Nayif got: "Şehîd Elaa tirs nas nedikir û ciwaniya xwe ji bo azadiya gelê xwe û rûmeta axa xwe terxan kir."

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Taha El Hesen, soz da ku rêya şehîdan bişopîne û têkoşîna wan bidomîne.

Hevserokê ofîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Mihemed Kamaş, diyar kir ku "Şehîd Elaa di parastina civakê de kesekî pêbawer û fedakarî bû."

Ji Rêveberên Kongra Star Xaliya El Casim diyar kir ku şehîd bûye sembola fedakariyê, û fedakarîyên wî dê ji bo nifşan bibe nimûne.

Hevserokê Meclîsa Bajarê Til Hemîs, Mihemed El Şemerî, diyar kir ku Şehîd Elaa "rêya fedekariyê hilbijart û bi dilsoziyeke mezin berpirsiyariya ewlehiyê hilgirt ser xwe", û tekez kir ku navê wî dê di bîra neteweyî de bimîne.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Fedîla diyar kir ku "Şehîd Elaa mîrateyek biryardariyê li pey xwe hişt, û xwîna şehîdan emanetek e û ji her kesî tê xwestin ku rêya wan bidomîne."

Piştî xwendina begenameya şehîd merasîm bi dawî bû.

(k)