QSD’ê bi malbatên şehîdan li kantona Dêrazorê re civiya

Hêzên Sûriyeya Demokatîk (QSD) bi malbatên şehîdan û şêniyên kantona Dêrazorê re pêşketinên siyasî li herêmê nîqaş kir û li daxwazên wan guhdar kir.

25 mijdar, 2025   19:23
DÊRAZORÊ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) civîneke berfireh li hola Desteya Çandê li devera El Meamil li kantona Dêrazorê li dar xist, di civînê de malbatên şehdîan, nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Dêrazorê ya Leşkerî, Meclisa Sivîl, meclis û komînan hazir bûn.

Fermandarê Giştî yê  Hêzên Taybet li Dêrazorê Baz Dêrik bixêrhatina mêvanan kir û destnîşan kir ku QSD’ê dikarî li himberî zehmetî û kompiloyan raweste û ji bo pêkanîna daxwazên gel qurbaniyên gelekî mezin dan.

Baz Dêrik li ser rewşa Sûriyê jî destnîşan kir ku peymana 10’ê Adarê hîn jî di meriyetê de ye, Rêveberiya Xweser û QSD’ê ji bo pêkanîna peymanê tişta tê xwestin kiriye.

Baz ragihand ku qonaxa niha hewce dike ku destûr berfireh were guhrtin û destûreke berferh ku xwestekên hemî pêkhateyên civaka Sûriyeyê pêk bîne were danîn.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Dêrazorê Mehmûd El Xelûf, ji bo leşker û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku ji dema hilweşîna rejîmê ve reviyane an nehatine ser erkên xwe, efûya giştî ragihand. Mehmûd bang li wan kir vegerin nav refên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Di dawiya civînê de, beşdaran pirsgirêkên ku bandorê li şêniyên herêmê dikin anîn ziman, di nav de pirsgirêkên ewlehiyê yên ji ber tevger êrişên zêde yên şaneyên DAIŞ`ê, her wiha pirsgirêkên têkildarî xizmetguzariyê yên wekî perwerde û avê.

(ac)

ANHA