Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik du dewreyên yekemîn bi dawî kirin

Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik a bajarê Reqayê 66 endamên jin û mêr ku li ser dezgeha çavdêriyê, qanûna jîngehê û hişyariya jîngehê hatin perwerdekirin derçûn kirin.

Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik du dewreyên yekemîn bi dawî kirin
Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik du dewreyên yekemîn bi dawî kirin
Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik du dewreyên yekemîn bi dawî kirin
Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik du dewreyên yekemîn bi dawî kirin
11 tîrmeh 2024   17:48
REQA

Nivîsgeha Perwerdê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûryeyê duh (roja çarşemê) derçûna du dewreyên destpêkê yên Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik raghand. Dewreya yekemîn ji bo mufetîşên dezgeha çadêriyê li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di vê dewreyê de 43 endamên jin û mêr beşdar bûn û waneyên li ser qanûnên saziya çavdêriyê, darayî, gumrik û waneyên fikrî yên li ser neteweya demokratîk birin.

Dewreya mufetîşên dezgeha çavdêriyê bi sondxwarina derçûyên taybet bi Dezgeha Giştî ya Çavdêriyê bi dawî bû.

Dewreya duyemîn jî ji bo xebatkarên Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû ku 23 endamên jin û mêr perwerde standin. Xebatkaran waneyên li ser qanûna jîngehê,  perwerde, hişyariya jîngehê birin.

Her du dewre di 26ˊê Hezîranê de hatin destpêkirin û 15 rojan dewam kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di salvegera duyemîn a şehadeta Ferhad Dêrik de, di 25’ê Hezîrana 2024’an de akademî vekir.

(mg/fr)

ANHA