Qonaxa destpêkê ya avakirina muzexaneyê bi dawî bû

Qonaxa destpêkê ya avakirina muzexaneya belgekirina sûcên li dijî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.

Qonaxa destpêkê ya avakirina muzexaneyê bi dawî bû
Qonaxa destpêkê ya avakirina muzexaneyê bi dawî bû
Qonaxa destpêkê ya avakirina muzexaneyê bi dawî bû
Qonaxa destpêkê ya avakirina muzexaneyê bi dawî bû
11 tîrmeh 2024   17:05
REQA

Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2ˊyê Adara 2024ˊan de dest bi avakirina muzexaneyê kir, da ku sûcên li dijî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema serweriya çeteyên DAIŞˊê de û sûcên dewleta Tirk a dagirker, bên belgekirin. Qonaxa destpêkê ya avakirina muzexaneyê ji aliyê derve ve 4 mehan dom kir.

Desteya Çand û Şûnwaran dê qonaxa duyemîn di çend rojên pêş de dest pê bike. Di wê qonaxê de dê muzexane ji aliyên hundirîn ve bê tamîrkirin, wêne, alav û delîlên sûcên çeteyên DAIŞˊê belge dikin, li muzexaneyê bên pêşandan.

Muzexane li kêlek Parka Îstîqlalê (Serxwebûn) ya li taxa Îstîqlalê ya li beşa bakurê Reqayê ye. Di avahiya wê de qermîd hatin bikaranîn. Dirêjahiya muzexaneyê 16 metre û kêmberiya wê 4,5 metre ye.

Muzexane ji 3 beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de folklora herêmê ji cihên rûniştinê û alavan heye, beşa duyemîn ji bo pêşandana fotografên sûcên li dijî xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin û di beşa sêyemîn de pêşangeha peykerên biçûk ên cihên şûnwarî yên li Herêmê hene.

Li gorî hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf armanc ji avakirina muzexaneyê belgeyî, pênaseyî û vegotina bûyerên li herêmê qewimîne.

Şerîf wiha got: "Dê muzexane bibe şahidê wan sûcan û bêdengiya cîhana derve li hember sûcên li dijî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

(fr)

ANHA