Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê

Vê hefteyê li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê Orkestraya Rojava şahiya xwendekarên xwe li dar dixe û li bajarê Sirinê yê kantona Firatê jî şevbuhêrkek tê lidarxistin.

Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
12 kanûn, 2025   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Bername û çalakiyên çand-hunerî yên ku di nava civaka Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de cihekî girîng digirin, her hefteyê li cihên cuda pêşkêşî gel tên kirin. 

Bernameyên vê hefteyê ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve tê lidarxistin.

*TEV-ÇAND di 16’ê Kanûnê (2025) de li bajarê Sirinê yê kantona Firatê şevbuhêrkekê li dar dixe. Dê komên govend û stranan ên ji pêkhateyên Ereb û Kurd beşdar bibin.

*Bi serpereştiya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê şahiya derçûna xwendekarên Orkestraya Rojava tê lidarxistin. Şahî 12’ê Kanûnê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê tê organîzekirin.

(bî/fr)

ANHA