Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan komek perwerdekar xelat kir

Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Lubnanê çalakiyek ji bo xelatkirina komek perwerdekarên tev li bernameya perwerdê ya taybet bi pêşxistina jêhatî û xurtkirinê bûne, li dar xist.

Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan komek perwerdekar xelat kir
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan komek perwerdekar xelat kir
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan komek perwerdekar xelat kir
11 kanûn, 2025   22:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên Kampanyaya 16ˊê Rojên ji bo Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Lubnanê çalakiyek taybet bi xelatkirina komek perwerdekarên tev li bernameya perwerdê ya pêşxistina jêhatî û xurtkirinê bûne, organîze kir.

Nûnera Têkiliyên Derve yê Kongra Star a Lubnanê Henan Osman jinên tev li bernameya perwerdê bûne xelat kir û spasiya Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ji bo kedên wan û rola wan a piştgiriya jinan kir.

Henan pesna kedên perwerdekaran, pabendbûn û pêşxistina wan a berbiçav kir û da zanîn ku xurtkirina jinên ciwan gaveke bingehîn a pêşxistina beşdariya wan a civakî û aakirian siberojeke adilantir û ewletir ji bo jinan e.

Çalakî bi girîngîdayîna pêşxistina hevkariyê di nava rêxistinên jinan de, berfirehkirian rûberên berevaniyê, destekdayîna jin û keçan li tevahî herêman bi dawî bû.

(fr)