Siyasetmedar: Hikumeta veguhêz têk çûye

Siyasetmedaran destnîşan kir ku piştî salekê ji rêvebirina Sûriyeyê, hikumeta veguhêz têk çûye û hêviyên gelê Sûriyeyê pêk neanîne. Berovajî wê, hikumetê komkujî pêk anîn û krîz kûrtir kir. Siyasetmedaran got divê diyaloga nîştimanî ya rastîn pêk were û destûreke demokratîk, pirreng û nenavendî were sazkirin.

Siyasetmedar: Hikumeta veguhêz têk çûye
12 kanûn, 2025   02:35
HESEKÊ
BOTAN HUSÊN

Salek di ser hilweşîna rejîma Baas û hatina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li ser desthilatdariya Sûriyeyê û avakirina hikumeta veguhêz re derbas bûye. Siyasetmedaran diyar kir ku ev hikumet nikare bi hişmendiya komên çekdar Sûriyeyê bi rê be bibe.

Serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Salih El Zobei got ku piştî salekê ji desthilata hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, tu guhartin di rêbaza desthilatê de nehatin pêkanîn, heman hişmendiya yek fikr û yek reng tê meşandin û ev rêbaz gelekî ji rêbaza Baas nêzîk e.

El Zobei wiha domand: "Wek partiyeke siyasî rm qebûl nakin ku hikumet, desthilatdarî û parlamento di destê yek kesî de bin. Hikumeta veguhêz xwedî li armancên gelê Sûriyeyê dernakeve. Divê di hikumet û destûrê de nûnertiya hemû pêkhateyan were kirin.”

El Zobei destnîşan kir ku piştî hatina HTŞ'ê ser desthilatdariyê gelek metirsiyên ewlekariyê çêbûne, bi taybetî piştî pêkanîna komkujiyan li dijî Elewiyan li peravê û li dijî Durziyan li Siwêdayê.

El Zobei li ser peymana 10'ê Adarê got ku peymanê lehiya xwîna gelê Sûriyeyê rawestand û Sûriye ji wêraniyê xelas kir û got: "Ev helwest dikeve hesabê QSD'ê.”

El Zobei got tiştê ji hikumeta veguhêz tê xwestin es e ku xwe bispêre gelê Sûriyeyê yê li seranserî erdnîgariya Sûriyeyê û di aliyê leşkerî de xwe bispêre Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û got: "QSD di şerê li dijî terorê de xwedî tecrûbe ye û nimûneya herî guncaw a parastina Sûriyeyê ye. Divê saziyên xizmetguzarî û yên hikumetê jî li tevahî xaka Sûriyeyê werin çalakkirin û Sûriye li ser bingeha sîstema demokratîk, pirreng û nenavendî were avakirin. Li hemû welatan ev rêbaza herî guncaw a desthilatê ye.”

TÊKÇÛNA HÊVIYA GELÊ SÛRIYEYÊ

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Hesekê Ferhan Dawûd got gelê Sûriyeyê piştî bi deh salan zilm û zor, hêvî dikir ku hikumeta veguhêz xwedî li armancên wî derkeve, sîstemeke demokratîk û nenavendî ava bike, vegera koçberan misoger bike û hesabê ji sûcdarên şer bixwaze, lê belê ev hêvî tev têk çûn.

Dawûd diyar kir ku hikumeta veguhêz ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê tu gavên cidî neavêtin û got: "Berovajî wê, hikumeta veguhêz li Siwêda û peravê komkujî pêk anîn û di van komkujiyan de eşîr û komên çekdar bi kar anîn.”

Dawûd destnîşan kir hikumeta veguhêz di pêkanîna projeya demokratîk û xelaskirina Sûriyeyê de ne cidî ye û got: "Eger hikumeta veguhêz xwest Sûriyeyê ava bike divê bi Rêveberiya Xweser re têkiliyê bike û ji tecrûbeya wê fêdê bibîne, ji ber ku tevî gef û komployan dîsa jî herêmên Rêveberiya Xweser aram in û tê de civakeke hevgirtî û sazî û meclisên demokratîk hatine avakirin.”

GAVÊN PRATÎK

Ferhan Dawûd got pêwistiya Sûriyeyê bi hişmendî, proje û civaka demokratîk heye ku biratiya gelan, azadiya jinan, jiyana hevbeş û yekitiya niştimanî esas digire, heye û got: "Divê di kongreyekê de rewşa gelê Sûriyeyê û rêbazên çareserkirina krîzê û sazkirina destûreke nû li gorî hêviyên hemû pêkhateyan, werin nîqaşkirin.”

Dawûd got ku projeya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye bandoreke erênî li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dike.

Girêdayî mijarê, serokê Nivîsgeha Muhafizîn a Çiyayê Kezwanê Şêx Fayiz El Cedian got ku hikmeta veguhêz gelê Sûriyeyê di çarçoveyeke siyasî ya niştimanî de nekiriye yek û got: "Ev jî nîşana jihevketina hikumetê ye. Artêşa ku li dijî şêniyên Siwêda û beravê komkujî pêk anîne ne artêşeke rastîn e. Divê artêşeke rastîn ku gelê Sûriyeyê biparêze were avakirin.”

El Cedian bang li hikumeta veguhêz kir ku di meşandina siyasetên xwe de eşîran bi kar neyne û fîtneyan di navbera pêkhateyan de dernexe û got: "Divê hikumeta veguhêz pirrengiya li Sûriyeyê biparêze.”

El Cedian diyar kir ku divê hikumeta veguhêz bi hemû pêkhateyan re diyalogê bike û di avakirina artêşê de xwe bispêre QSD'ê ji ber ku QSD'ê bedelên giran ji bo parastina Sûriyeyê dan û ji sedî 30 ji xaka Sûriyeyê ji DAIŞ'ê rizgar kir. El Cedian di dawiya axaftina xwe de got: "Em Sûriyeya nenavendî dixwazin.”

(mh)

ANHA