ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-02-2026
4 sibat, 2026   02:00

Rewşenbîrên Til Temirê anî ziman ku lihevkirina QSD`ê û hikumeta demkî firsend e da ku aramî li herêmê çêbe û seferberî û berxwedan divê berdewam bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji Efrînê yên ku çar caran koçber bûne, got ew dixwazin dijmin ji axa Efrînê derkeve, ji bo ku ew vegerin ser axa xwe û êdî bi aramî û azad bijîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê hemû karmendên lêkolînên zanistî ji mafên wan mehrûm kirine û hîna qedexeya derketina ji derveyî Sûriyeyê ji bo wan derbasdar e. BI WÊNE Û DÎMEN

Xiyas Niêsa diyar kir ku peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de demkî û nazik e û dibe ku deriyê çalakiya siyasî veke bêyî ku bibe egera çareseriyeke berfireh. Şîrovekar banga avakirina eniyeke demokratîk a neteweyî ya berfireh kir da ku veguherîneke siyasî bi rê ve bibe. BI WÊNE Û DÎMEN