Dîlgirtî gihîştin Qamişloyê

Dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê di Çileyê de hatibûn girtin gihiştin bajarê Qamişloyê.

Dîlgirtî gihîştin Qamişloyê
Dîlgirtî gihîştin Qamişloyê
Dîlgirtî gihîştin Qamişloyê
Dîlgirtî gihîştin Qamişloyê
Dîlgirtî gihîştin Qamişloyê
Dîlgirtî gihîştin Qamişloyê
Dîlgirtî gihîştin Qamişloyê
Dîlgirtî gihîştin Qamişloyê
8 gulan, 2026   20:43
QAMIŞLO

Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29'ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de koma çaremîn a dîlgirtiyên ku ji 232 dîlan pêk tê, hatin berdan.

Bi dehan malbatan û şêniyên Qamişloyê li Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo dîlgirtî pêşwazî kirin.

Koma yekemîn di 10`ê Adara 2026`an de ku ji 100 kesî pêk dihat, koma duyemîn di 19ˊê Adarê de ku ji 300 kesî pêk dihat û koma sêyemîn jî di 11ˊê Nîsanê de ku ji 400 kesî pêk dihat hatin berdan.

Hejmara giştî ya dîlgirtiyan ku heta niha hatine berdan 1032 dîl e.

(fk/fr)

ANHA