AFI û VU: Rejîma Îranê piştî Serhildana Jin Jiyan Azadî zextên li ser hunermendan zêde kirin

AFI û VU’ê têkildarî zextên dewleta Îranê yên li ser huner û hunermendan raporek weşand. Di raporê de hatiye gotin, bi dehan hunermendên ku piştgirî dane Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" hatin darizandin û çalakiyên hunerî hatine qedexekirin.

AFI û VU: Rejîma Îranê piştî Serhildana Jin Jiyan Azadî zextên li ser hunermendan zêde kirin
11 îlon 2024   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Însiyatîfa Azadiya Hunerê (AFI) û Rêxistina Dengên Bêsînor (VU) têkildarî rol û beşdariya hunermendan di Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de raporek weşand.

Rapor bi boneya nêzîkbûna nêzîkbûna salvegera duyemîn a qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ji aliyê "Polîsên Exlaqê" yên Îranê ve (16 Îlon 2022) û serhildanê hat weşandin.

Di raporê de ku ji 100 rûpelan pêk tê, hatiye diyarkirin ku bi boneya Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" 26 berhemên hunerî hatine çêkirin. Hatiye destnîşankirin ku berhemên hatine çêkirin balê dikişînin ser têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilat û Îranê û têkoşîna jinan.

Di beşeke raporê de behsa qanûn, siyaset û zextên desthilata Îranê yên li dijî hunermendan hatiye kirin. Hatiye gotin ku Wezareta Çandê ya dewleta Îranê ji Îlona 2022’yan ve pêkanînên xwe yên çewisandina çalakiyên çandî û zextên li ser hunermendên navdar zêdetir kirine. Têkildarî zextên li ser hunermendan jî hatiye gotin ku zext ji "çavdêriya li înternetê, avakirina tîmên taybet ên şopandin û çavdêriya li ser navdaran û qedexeya kar û cezayan" pêk tê.

Di raporê de îşaret pê hatiye kirin ku berdevkê Saziya Sînemayê Resûl Sedir Amil 9’ê Îlonê ragihand ku li dijî 300 çêkerên fîlmên piştevaniya serhildanê doz hene. Resûl Sedir Amil anî ziman ku ji ber qedexeya li ser hunermendan îsal mîhrîcana sînemayê nayê çêkirin.

Di beşeke din a raporê de hatiye destnîşankirin ji ber destgîrkirina hunermendên wekî Terana Elîdostî, Kitayon Reyahî, Hengame Qaziyanî, Leyla Neqberî, Suleyla Çolistanî, Hemîd Purazderî û Nîk Yûsif bertekên zêde hatine nîşandan.

Her wiha hate bibîrixstin ku endamê Komîteya Şopandina Hunermendên Destgîrkirî Mihdî Kohiyan di navîna Kanûna 2022’yan de ragihandibû ku di kêmî 3 mehan de nêzî 40 hunermend hatin destgîrkirin.

Kohiyan behsa lîsteya 150 hunermendan jî kir ku ji ber xwepêşandanan hatine girtin, sûcdarkirin, qedexeya seferê û qeydên din li ser wan hatine ferzkirin.

Di rapora AFI û VU’ê de hatiye diyarkirin ku rejîma Îranê di 2 salên dawîn de gelek hunermend destgîr kirine û bi tawanên wekî "kombûn, pêkanîna sûcan li dijî ewlehiya dewletê, propagandaya li dijî rejîmê, sorkirina xelkê ji bo bêexlaqiyê" ew darizandine.

(bb)