Di girtîgehên dewleta Tirk de govend jî kirin sûc 

Rayedarên Tirk bi hinceta ku 15’ê Tebaxê govend gerandine, ceza li 10 girtiyan birî.

Di girtîgehên dewleta Tirk de govend jî kirin sûc 
11 îlon, 2024   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T ya Rihayê bi hinceta ku di 15’ê Tebaxê de govend gerandine, cezayên disîplînê li 10 girtiyên siyasî birîn. 

Lijneya Disîplînê ya Îdareya Girtîgehê bi hinceta “Belasebep stran gotine” der heqê girtiyên siyasî de lêpirsîn da destpêkirin. Girtiyan jî îfade dan û got gerandina govendê qedexe nîn e.

Lijneyê bi hinceta “di stranan de peyva Kurdistanê derbas dibe” cezayê mehekê bêparhiştina ji mafê agahîgirtin û bikaranîna amûrên ragihandinê û qedexeya hevdîtinan li 10 girtiyan birî.

Girtiyan bi rêya parêzerên xwe li Dadgeriya Înfazê ya Rihayê îtîraz kir.

Her wiha girtiyên bi navên Îsmaîl Kaplan û Ahmet Yilmaz bêyî agahiya malbatan sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzinganê kirin.