8 kes di peravên Tûnisê de mirin

Parêzvanên Peravên Tunisê  cenazeyên 8 kesan ku keştiya wan binav bibû, derxistin û lêgerîna li 6 windayan didomînin.

8 kes di peravên Tûnisê de mirin
23 tebax, 2026   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Keştiya welatiyên tûnsî ku ber bi Îtalyayê bi rê ketibû, li peravên Tûnisê binav bû. Hate ragihandin ku Parêzvanên Peravên Tûnisê 8 cenaze derxistin û lêgerîna 6  windayan didomînin.

Berdevkê Parêzvanên Neteweyî ya Tunisê Husamedîn El Cibalbîlî îro got ku Parêzvanên Peravê, hêzên artêş û Parastina Sivîl bi alîkariya 2 helîkopteran xebatên lêgerîna windayan dikin.

Serokê Çavdêriya Mafên Mirovan a Tunisê Mistefa Ebdulkebîr jî anî ziman ku keştiya ku 7 kes ji malbatekê, jinek ducanî û hevjînê, tevî hejmarek ciwan lê bûn, berbanga pêncşemê bi rê ketibû. Her wiha got, kesek tenê ku derdora 48 saetan di nav avê de mabû, hat rizgarkirin.

Li bajarê Bin Qerdanê bi daxwaza lezandina xebatên lêgerînê xwepêşandan hatin lidarxistin.

(f)