Li Şam, Dera û Siwêdayê xwepêşandan

Li Şam, Dera û Siwêdayê bi dixwaza mafan, vegera ewle ya koçberan û veguhestina navendên ezmûnan xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Şam, Dera û Siwêdayê xwepêşandan
Li Şam, Dera û Siwêdayê xwepêşandan
Li Şam, Dera û Siwêdayê xwepêşandan
Li Şam, Dera û Siwêdayê xwepêşandan
23 tebax, 2026   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şamê çalakiya mamosteyên girêbest di hefteya duyemîn de li pêşiya avahiya Wezareta Perwerdeyê dewam dike. Mamosteyan xwestin çareserî ji rewşa wan a kar re were dîtin û dane zanîn ku çalakiya wan daxwaza bi hezaran mamosteyan e ku ji ber rewşên madî û erdîngarî nikarin werin Şamê.

Mamosteyan xwestin biryarên nû tevahî mamosteyên girêbest bigire nav xwe û mamosteyên ku zêdetirî 5 sale kar dikin, werin tayînkirin. Her wiha daxwaz kirin ku biryarên ku mamosteyan neçar dikin werin Şamê da ku karê û barên xwe temam bikin, werin betalkirin û dawî li rewşa bêistiqrariya wan were anîn.

Mamosteyên xwepêşandêr diyar kirin xwepêşandana wan a di hefteya duyemîn de bêyî ku berpirsekî wezaretê bi wan re bicive an li daxwazên wan guhdarî bike, nîşan dide ku çareseriyeke cidî ya ji dosyaya bi hezaran mamosteyên girêbest re tune ye. Mamosetyan xwestin diyaloga rasterast bi wan re were kirin da ku çareserî were dîtin.

Li Derayê jî hejmarek ajokarên barhilgiran çalakiyek li qada deriyê sînorî yê Nesîb li dar xist û rêya derketina ji qadê bi awayekî beşî girt.

Ajokaran nerazîbûn nîşan mekanîzmeya tevgera veguhestin û barkirinê da. Her wiha xwestin tevahî barhilgir di bin çavdêriya nivîsgeha rêxistinkirina veguhestina kel û pelan de bin û biryara 31‘an were pêkanîn, xebata "wergirtina taybet" were betalkirin da ku derfetên kar bi awayekî adilane ji hemû ajokaran re were mîsogerkirin.

Li Siwêdayîê jî bi dehan koçberên ku ji gundên rojava û bakurê bajêr hatine koçberkirin, li deriyê Um El Zeytûn xwepêşandan li dar xist. Koçberan ku rêya Siwêda-Şamê bi awayekî demkî girtin, daxwaza vegera ewle ya li gundên xwe, derxistina komên ku ketine gundên wan kirin.

Li navenda bajêr jî bi beşdariya xwendekaran û malbatên wan xwepêşandanek hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de biryara ku ezmûn li herêma gundewarên bakur werin kirin, hat şermezarkirin. Hat xwestin navendên ezmûnan li navenda bajêr werin vekirin da ku barê çûn û hatinê li ser wan sivik bibe.

(bb)