Balafirên Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir

Balafirên Îsraîlê gelek caran başûrê Lubnanê bombebaran û topbaran kirin.

Balafirên Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir
23 tebax, 2026   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, balafirên Îsraîlê rêzeêriş li ser bilindahiya Elî El Tahir ê derdora bajarokê Nebetiye Jorîn ê başûrê Lubnanê pêk anîn. Bi obîsan jî hejmarek bajarokên başûr topbaran kirin.

Li gorî çakaniyên xwecih, êriş li derdora Doha Keferruman, Girê Dibşe û herêma di navbera bajarokên Bêyt Yahon, Bereşît de, derdoa Harîs, devera Zotera Rojhilat û Meys El Cebel hatin kirin.

Çavkaniyan da zanîn ku li bajarokên Mensûrî, Hedasa û Dêr Suryan teqîn çêbûn û li ser bilindahiyên Elî El Tahir topên fosforî hatin bikaranîn. Lê tu agahiyên der barê zirar an jî windahiyan de nehatin bidestxistin.

Girêdayî mijarê, hêzên Îsraîlê li bajarokê Konîn operasyonên teqandinê pêk anîn, bi doçkeyan heta bi Harîsê operasyona lêgerînê da destpêkirin. Her wiha bi tankerekê devera Mensûrî topbaran kir.

Li asîmana Beyrût û derdora wê liv û tevgera dronên Îsraîlê hebûn. Hate zanîn ku li bajarokê Yatirê droneke bombeyeke deng avêt wesayîtekê û madeyên şewatê avêtin navbera bajarokên Hiniye û Qelîle, ji ber wê şewat derket.

(f)