750 kamyonên alîkariyê ji bo piştgiriya koçberan gihaştin Rojava

750 kamyonên alîkariyên mirovî, ji bo piştgiriya koçberên ji Efrîn, Şehba, Tebqa, Reqa û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derbasî Rojava bûn. Hejmara koçberan zêdetirî 300 hezar e. Kampanyaya şandina alîkariyên mirovî ji bo herêmê berdewam dike.

25 sibat, 2026   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê di 6`ê Çileyê de ku bûn sedema koçberbûna zêdetirî 300 şêniyên ji Efrîn, Şehba, Tebqa, Reqa û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, zêdetirî 750 kamyonên alîkariyên mirovî, bi rêya deriyê sînor ê Sêmalkayê gihaştine Rojava. 

Alîkarî ji pêdiviyên xwarinê, betanî, materyalên paqijiyê û tiştên bingehîn ji bo zarokan ên wekî şîr, pêç, derman, alavên bijîşkî û pêdiviyên germkirinê pêk dihat.

Alîkariyên mirovî ji hêla gelek sazî û rêxistinên mirovî ve hatin şandin, wek Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî, Weqfa Xêrxwaziyê ya Kerkûkê, VIM, Bloka Helwesta Kurd, alîkariya civakî ya ku ji deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê hatiye berhevkirin, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, Bloka Holost, Kanal 8, Rûdaw TV, Rêxistina Rojava, Blument, Partner, Doktorên Kurd li Almanyayê, Rêxistina Hana, Doktorên Bêsînor, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Navenda Kurd a Amerîkayê.

Subhî Hena Hena (42) ku koçberekî ji Efrînê ye, got: "Dema ku em gihaştin Qamişloyê, rêxistin hatin û alîkariya me kirin, lê em ne rehet in. Em dixwazin vegerin Efrînê.”

Hena destnîşan kir ku alîkariyê têra pêdiviyên bingehîn dikir û got: "Alîkariyan têra pêdiviya me kir û barê koçberan sivik kir."

Ji bo peydakirina pêdiviyên bingehîn ên koçberan û sivikkirina êşa wan heya vegera wan a ewle bo malên wan kampanyaya şandina alîkariya mirovî ji bo herêmê berdewam dike.

(k)