HRANA: Li Îranê 236 zarok hatin qetilkirin, 555 jî hatin destgîrkirin

HRANA ragihand ku heta niha di xwepêşandanên gelan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 236 zarok ji aliyê dewleta Îranê ve hatine qetilkirin û 555 zarok jî hatine destgîrkirin.

HRANA: Li Îranê 236 zarok hatin qetilkirin, 555 jî hatin destgîrkirin
25 sibat, 2026   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya dawî ya hejmara zarokên di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê Îranê ve hatine qetilkirin û destgîrkirin belav kir.

Li gorî raporê, ji destpêka xwepêşandanên gelan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, 7 hezar û 15 kes hatine qetilkirin. Her wiha 53 hezar û 777 xwepêşander hatine destgîrkirin û 25 hezar û 846 xwepêşander jî birîndar bûne.

HRANA da zanîn ku di nava hejmara kesên hatîn qetilkirin de 6 hezar û 488 xwepêşander, 236 zarok û 76 welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan nebûyî bûn. Li gel vê 207 jê endamên hêzên ewlekariyê yên ser bi rejîma Îranê bûn.

Rêxistinê diyar kir ku di nav hejmara kesên hatîn destgîrkirin de; 555 zarokên dibin temenê 18 salî de bûn û 147 jê xwendekarên zanîngehê bûn.

Rêxistina HRANA diyar kir ku 11 hezar û 53 kes ji bo lêpirsînê hatine bangkirin, her wiha mikûrhatinên bi darê zorê ya 369 xwepêşanderan hatine qeydkirin.