Hêzên hikumeta demkî gundewarên Siwêdayê topbaran kirin

Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê ragihand ku hêzên hikumeta demkî rojavayê bajêr topbaran kir û di encamê de zirar li wesayîteke xizmetê bûye.

Hêzên hikumeta demkî gundewarên Siwêdayê topbaran kirin
25 sibat, 2026   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Parêzvanên Nîştimanî bi daxuyaniyekê ragihand: “Yek ji wesayîtên xizmetê yên beşa paqijiyê li rojavayê bajêr ji ber topeke hawanê ya ku ji aliyê hêzên terorîst ên rejîma Şamê ve hatiye avêtin, zirar lê bûye.”

Fermandariyê diyar kir: "Hêzên me yên li herêmê ji bo parastina şêniyan û berdewama xizmetên bingehîn tedbîrên pêwîst girtine.”