60 rojên bêyî lihevkirinê: Washinton û Tehranê li beramberî agirbesteke lawaz in

Îro dema ku ji bo peymana di navbera Washinton û Tehranê de hatibû diyarkirin, bêyî lihevkirineke dawî û yan dirêjkirina demê, bi dawî bû. Nakokiyên der barê nukleer, ceza, Hurmuz û şer didomin.

60 rojên bêyî lihevkirinê: Washinton û Tehranê li beramberî agirbesteke lawaz in
17 tebax, 2026   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro dema lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê ya 60 rojan ku berê hatibû danîn, bêyî ku bighêje lihevkirineke dawî û biryareke hevbeş ji bo dirêjkirina wê, bi dawî dibe. Niha jî ew agirbest gihiştiye asteke lawaz, nakokiyên derbarê bernameya nukleerî, cezayan û mijara çavdêriya deryayî didomin.

Di 17`ê Hezîranê de Washinton û Tehran peymaneke ji bo rawestandina mijara leşkerî û vekirina diyalogê ji bo dosyayên heyî îmze kir.

AGIRBESTA BÊ DANÎNA ÇARESERIYÊ

Ev lihevkirin derfeta dîplomasî da, lê nehişt ku agirbest bighêje çareseriyeke bi istiqrar. Hişt ku nakokiyên derbarê bernameya nukleer, ceza û azadiya çavdêriya li Tengava Hurmuzê bimînin.

Washinton ji bo rêgirtina ber pêşxistina çeka nukleerî ji hêla Îranê ve daxwaza misogeriyan dike, Îran jî bi mafê xwe yê bernameya nukleerî ya aştiyane ve girêdayî ye. Îran mijara nulkeerî bi rakirina cezayan û vegerandina pereyên xwe, bidestxistina destkeftiyên aborî yên berbiçav ve girê dide.

Her du alî der barê birêxistinkirina pêkanîna xalan li hev nekirin, Îran dixwaze destpêkê cezayên aborî û deryayî ji holê rabin, Washinton jî domandina agirbestê li gorî pêkanîna sozên Îranê û vegera çûn û hatina bi rêya Hurmuzê de girê dide.

7`Ê TÎRMEHÊ.. XALA VEGUHERTINÊ

Di 7`ê Tîrmehê de Serokê Amerîka Turamp bidawîkirina peymanê ragihand, Tehran jî diyar kir ku ew ê xebatê bide rawestandin û Washinton bi nepêkanîna xalên peymanê tewanbar kir. Ji wê demê ve derfetên destpêkirina diyalogan bi awayeke yekser kêm bû, danûstendinên bi rêya navbeynkaran de hatin domandin, bi taybet Pakistan û Qeter.

Li herêmê pevçûn hatin domandin, bi taybet li eniya Lubnanê.

HURMUZ.. KAXEZA ZEXTÊ YA ÎRANÊ

Tengava Hurmuzê bû yek ji kaxezên zextê ya aloziyê, Tehran wê li hemberî Amerîkayê wekî alavekê bikar tîne, Washinton jî wê weke şerteke esasî ji bo domandina agirbestê bikar tîne. Ji ber vê yekê ji bo mijara çavdêriya deryayî û çûn û hatina tengavê, danûstendinên Îran-Uman hene. 

Derketina li hemberî hev dide diyarkirin ku Amerîka nikare bi êrişeke giran Îranê têk bibe, tevî serkeftina leşkerî ya Amerîkayê, erdîngariyeke berfireh û hêzeke ewlehî ya Îranê heye, ev dihêle ku bandorê li korîdorên enerjiyê jî bike.

Tê xuyakirina ku Washinton hewil dide xal bi xal li dijî Îranê derkeve û hêza wê ya leşkerî têk bibe, zextên aborî giran bike û bihêle ku şertên wê yên herî zehmet jî qebûl bike.

Îran ne bi hacete ku ji hêla leşkerî ve li hemberî Amerîka derkeve, têrê dike ku li ber xwe bide û nehêle ku Washinton serkeftinekê pêk bîne.

ROJÊN DAWÎ..NE LIHEVKIRIN Û NE DIRÊJKIRIN

Li gorî ajanseke Tirkiyeyê, bi nêzîkbûna bidawîbûna dema ku hatiye danîn, çavkaniyên ji hikumeta Pakistanî diyar kirin ku Washinton û Tehranê, bêyî dirêjkirina dema hatiye danîn,  wekî destpêk qebûl kirine ku lihevkirin were dirêjkirin.

Lê berpirsyareke Îranî ji Reuters daye zanîn ku ji bo dirêjkirina agirbestê ti danûstendin çênebûye, tişta tê xwestin ku Amerîka bi awayeke zelal li gorî tişta ku tê xwestin tevbigere.

Bêyî lihevkirineke dawî yan daxuyaniyeke hevbeş a dirêjkirina dema agirbestê, dema ku hatibû diyarkirin bi dawî dibe.

(sb)

ANHA