Dezgeha Dijî Terorê: Îranê bi 2 dronan êrişî Hewlêrê kir

Baregeha Ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala rêveberê Dezgeha Parastin li navçeya Pîrmam a parêzgeha Hewlêrê, rastî êrişa bi 2 dronên Îranê hatin.

Dezgeha Dijî Terorê: Îranê bi 2 dronan êrişî Hewlêrê kir
17 tebax, 2026   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgha Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku baregeha ofîsa taybet a Serokwezîr û mala rêveberê Dezgeha Parastin li navçeya Pîrmam a parêzgeha Hewlêrê, rastî êrişa bi 2 dronên Îranê hatin, lê ti qurbanî çênebûne.

Di daxuyaniyekê de ku îro hat weşandin, Dezgehê got ku êriş di saet 12:28`ê şevê de bi 2 dronên bi teqemeniyê barkirî yên ji celebê Heidel-110 pêk hatiye. Her wihs destnîşan kir ku dron ji Îranê ber bi her du cihan ve hatine avêtin.

(k)

ANHA