54 weşanxane û sazî beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bûne
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an bi beşdariya 54 weşanxane û saziyên wêjeyî dest pê kir. Li pêşangehê berhemên bi mijar, zarava û zimanên cuda hene.
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an bi dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” ku ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve tê birêxistinkirin, dest pê kir.
Di pêşangehê de zêdetirî 143 hezar pirtûk tên pêşandan. Pirtûk bi zimanên kurdî (kurmancî, soranî), erebî, tirkî, îngilîzî, rûsî, fransî, suryanî, ermenî û almanî ne.
Berhemên ku hatine pêşandan ji sedî 45 bi kurdî, ji sedî 25 berhemên jinan in û ji sedî 40 jî berhemên wêjeyî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
54 weşanxane, pirtûkxane, navend û saziyên wêjeyî yên xwecih, kurdistanî, sûriyeyî û ji Lubnan, Iraq, Belçîka, Brîtanya, Misir, Kiwêt û Îmaratê beşdarî pêşangehê bûne.
‘BI BERHEMÊN PÊKHATEYÊN HERÊMÊ RENGÎN E`
Pêşangeh li Hola Zana ya Qamişloyê bi amadebûna bi dehan endamên saziyên rewşenbîrî û wêjeyî, Kongra Star, Saziya Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), nûnerên Rêveberiya Xweser, bi destê dayika şehîd Herekol Xedîce Ferhan hate vekirin.
Li ser navê malbata Şehîd Herekol (Hisên Şawîş) dayika wî Xedîce Ferhan axivî û bixêrhatina mêvanan kir û got: “Ez ne tenê ji bo bîranîna Herekol hatime, ji bo hemû şehîdan têm. Hûn hemû li ser seran û çavan hatine.” Piştî axaftina xwe Xedîce Ferhan bi dayikên şehîdan re kilamek got.
Hevserokê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef Fehed jî axivî û da zanîn ku vê jî pêşangeh bi çanda pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rengîn e, dixwazin bi van çalakiyan xwendinê bikin rêbaza jiyanê.
Ji komîteya amadekar a pêşangehê Firyal Çolî jî axivî û bixêrhatina mêvanan kir û got: “Ev 3 meh e em amadekariyan dikin, tevî zor û zehmetiyan me bi hev re bi saya şehîdan amadekariyên xwe temamkirin. Îsal beşdarbûn ji sala borî zêdetir e û ji sedî 25 berhemên jinan in.”
Piştre ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê ve wêneyê Şehîd Herekol diyarî pêşangehê hate kirin.
Pêşangeh 8 rojan ji saet 10:00’an heta 20:00`an vekirî ye, û dê heta 22`yê Cotmehê bidome.
Ji bo bîranîna şoreşger û nivîskar şehîd Herekol (Hisên Şawîş) ji 2017`an ve Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol tê lidarxistin.
(sb)
ANHA