Apê Nemir bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin
Ji sembolên berxwedana Kobanê û şervanê YPGˈê Xelîl Hemê (Apê Nemir) duh di encama krîza dil de li Kobanê şehîd bûbû. Şehîd Apê Nemir îro bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji sembolên berxwedana Kobanê Xelîl Hemê (Apê Nemir) ji ber krîza dil şehîd bûye.
Cenazeyê şehîd Apê Nemir îro jî bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê hat veşartin. Bi sedan kes tev li merasîmê bûn.
Endamê Fedrasyona Gaziyên Şer a Kantona Firatê Îsmaîl Elî di merasîmê de axivî. Îsmaîl Elî soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Apê Nemir bi temenê xwe yê mezin li hemû kolan û taxên Kobanê cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt û heta dawiyê li ber xwe da. Em jî wek gaziyên şer soz didin ku em ê heta dawiyê xwedî li mîrasa şehîdan derkevin û bi rihê hevaltiyê tê bikoşin."
ˈHEYA DAWIYÊ LI SER SOZA XWE BÛˈ
Li ser navê Meclisa Jinan a Kantona Firatê Leyla Ehmed jî got: “Em ê azadiyê misoger bikin. Ev rastiyek e, bila her kes bizane. Madem berxwedan heye tu kes nikare li hemberî me bisekine. Ji bo mîsogeriya jiyaneke azad ji bilî şehadetê tu rêyên din nîn in."
Leyla Ehmed bal kişand ser keda Apê Nemir a di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞˈê de û got: "Dema Rêber Apo seferberî ji bo Kobanê îlan kir Apê Nemir ji kesên pêşîn bû ku di nava berxwedanê de cih girt. Seferberî ji bo wî bû hêrs û heya dawiyê soza xwe bi cih anî."
ˈAPÊ NEMIR BÛ MÎNAKA BERXWEDANA SEDSALÊˈ
Ji rêveberên Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê Îsmaîl Îsmaîl jî soza şopandina rêya Apê Nemir da û wiha domand: “Apê Nemir bi welatparêziya xwe xwedî li Kobanêya xwe û gelê xwe derket. Di berxwedanê de cihê xwe girt û li hemberî hovîtiya çeteyan têkoşîn raber kir. Apê Nemir bû mînaka berxwedana sedsalê ya Kobanê.”
HEVJÎNA ŞEHÎD: EM NE POŞMAN IN
Hevjîna şehîd Apê Nemir Şemsê Mihemed jî got “qelenê vê dozê kezeb e û dê kezeba xwe û zarokên xwe jî ji bo azadiyê feda bikin”. Şemsê Mihemed ev li axaftina xwe zêde kir: “Dema min parçeyek ji kezeba xwe da min zanîbû ku ez ê hîna jî ji bo vê dozê bidim û ne poşman im. Nemir her tim digot divê em xwedî li şehîd û rêberê xwe derkevin. Em di rêya rast de diçin û gavan bi paş de naavêjin.”
Dûre jî wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd Apê Nemir bi dirûşman hat veşartin.
(ekîp/bb)
ANHA