PDK’ê 1500 dengdêrên sexte birine Dihokê

PDK’ê hezar û 500 kesên ji Bakurê Kurdistanê, ji bo dengên sexte bidin, birine Dihokê.

PDK’ê 1500 dengdêrên sexte birine Dihokê
15 cotmeh, 2024   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 20’ê vê mehê de hilbijartinên parlamentoya Başûrê Kurdistanê dê li dar bikevin. 

Li gorî agahiyên Rojnewsê ji çavkaniyên taybet wergirtine, PDK’ê ji Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê û derdora wê, hezar û 500 kes ji bo dengên sexte bidin, birine Dihokê.

Li gorî çavkaniyan, kesên anîne Dihokê, ji eşîrên Doskî û Gerdî yên li Colemêrg û Geverê ne. Li gorî agahiyan, kesên ku PDK’ê anîne Dihokê, ji bo wan kartên sexte yên dengan hatine amadekirin û dê di hilbijartinan de dengê sexte bidin.

Li gorî çavkaniyan, PDK’ê ew hezar û 500 kes niha li Dihokê bi cih kirine, lê dibe ku ev hejmar zêdetir bibe.